Konferansa Yekîtiya Star a Tirbispiyê despêkir
13:15
JINHA
TÎRBÎSPÎYÊ - 2'emîn Konferansa Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Tirbispiyê despêkir. Axaftina vekirinê ji aliyê Dîlan Engîzek ve hat kirin û got: "Divê gelê Rojava jî bi çalakîyên xwe xwedî li berxwedana Bakur derkevin."
Li Navenda Çand û Huner a Şehit Yekta Herekol a bajarê Tirbispiyê 2'emîn konferansa Rêxistina Yekitiya Star despêkir. Konferansa bi tevlibuna rêxistinên TEVDEM, Saziya Ziman, Jinên Ciwan, Mala Parstina Jin, Şaraderiya Tirbispiyê, Heyva Sor, û PYD amdebun. Salona konferansê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Arîn Mîrxan, Rostem Cudî û alayên Yekitiya Star tin hildan. Konferan bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derspêkir. Axivtina vekirinê ji aliyê Dilan Engizek ve hat kirin.
'Li hember qirkirinan gel ne bê çareye li her derê berxwedan heye'
Dîlan balkişand ser pêvajoya dawiyê şerên li her derê berdewam dike û wiha domand: "Li her derê deshilatî ji bo xwe bide jiyankirin ser gelê me qirkirinan dikin. Êdî dem dema li hember êrîşan yekbûn û berxwedanê ye. Divê gelê Rojava jî bi çalakîyên xwe xwedî li berxwedana Bakur derkevin. Ji bo gelê kurd ev pêvajoya man û nemanê ye. Dewleta Tirkiyê ji zarokê 7 salî heya kalê 70 salî hedef digirin û qirkirinan dikin. Her dever ji gelê kurd bûye qadên komkujiyê. Lê gelê kurd li hemberî van qirkirinan bê çare nîne, li her derê di bexwedanê denin. Bi giyana Bêrîvanan jinên Cizîra Botanê ji êvarî heya serê sibê di berxwedanê denin. Jinên Cizîrê carekedinê berxwedana jinên kurd raxist ber çavê hemû cîhanê."
Dîlan di derbarê rewşa Rojava de jî wiha axivî: "Êdî welatiyên ku di vê pêvajoyê de ji Rojava biçin emê carekdinê negirin. Ji ber ev dem dema yekbûna kurdane li her derê pêdivî bi yekîtî û berxwedanê heye. Armacên avakirina Hêzên Parastina Cewherî jî ji bo azadiya gelane. Bedelê azadiyê girane, ji bo wê jî divê em li ber xwe bidin heya azadiyê."
Konferans bi axaftinan berdewam dikin.
(zk/zt)