Bedenên bi qeşayê hatine pêçan...

13:35

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Li hember êrişên hovane 6 rojin Cizîra Botanê li berxwe dide. Piştî Cemile Çagırga, bedena Meryem Sume jî ji bo ku xeranebe bi qeşayê hat pêçan.

Berxwedana Cizîrê di roja 6’an de ye. Di roja 6’an de jî dorpeç li ser Cîzîrê dewam dike bi taybet jî kolanên taxa Nur, Cudî, Sur û Yafesê şer girane. Ji xeyni bedenên gelê Cizîrê qilima, depoyên avê, trafo û direkên ceyranê, sewel heya dar û çukên ser daran jî tên hedef girtin. Weletî dibêjin ku dewlet jiyanê li wan heram dike.Weltiyê ku heya serê sibê ranezin. Bi sitran, silogan û deng derxistinê bertekên xwe li hember êrişan nişan didin. Gelê vê derê xwe li gorî şer organize dike ji ambargo ya li ser bajêr hemû tiştên di destê xwe de bi hev re par dikin. Ji ber ku ceyran nine xwarin li ser agirê kuçikan dipije û av bi werisa ji bîran tên kişandinê. Ji ber ku firin naxebitin jin nan li ser sêlê û di tenduran de çê dikin.

'Li kolanê Nur dimenê Kobanê hene'

Li kolanê Taxa Nur dimenê Kobanê hene ji ber guleberdana sekvanan weletî diwarê hewşê xwe qul kirine û di wir de diçin û tên. Kesek bi xwaze raze wek salê notî diçe bodruman radikevin. Gelê Cizîrê li sitargehên xwe yên salên 90'an vedigerin. Her roj mirovek yan çend mirov dimirin. Li taxên Cizîrê di nava 6 rojan de 10 mirov hatin qetilkirin. Şeva derbasbûyî jî li taxa Yafesê Ozgur Taşkin ê (20) û Meryem Sume (53) di encama gulebaranên dewleta tirk de birîndar bûn û ji ber xwîn zêde winda kirin jiyana xwe ji dest dan.

‘Tayyip me ceza dike’

Em di hewşekê de rastî canazê Meryem Sume hatin. Jin li dora cenaze kom bûne û êdî rondik ji çavê wan nabarin. Jin qeşayê didin ser laşê Meryem da ku di bin germa Cizîrê de xerab nebe. Jinek bi navê Hediya ji nava wan jinan berê xwe dide qemera me û dibêje: “Zarokên me ji birçina mirin, miriyên me li van erda nin, em nikarin wan veşêrin. Ji ber ku me dengê xwe nedaye xwe Tayib me ceza dike ev yek jê re namine. Em zarokê xwe yê mirî dikin buzdolabiyê." Hediya diyar kir ku ew heya sibê şîyarin û li kolana ne û wiha dewam dike: "Em çar alî di bin êrişan de ne ger wiha berdewam bike emê rakin zarokên xwe û derkevin çiya." Hediya dibêje ku dewlet qetliamek mezin dimeşînin li ser kurdan û wiha pede çu: “Zarokan jinan dikujin, seranser berî serê wan didin. Ev wehşete.”

Cenazê Meryem heya niha jî li hewşa malê tê sekinandin.

(ma/zt)