Li Midyadê hemberî gel û wezîran astengiya polîsan
15:21
JINHA
MÊRDÎN - Di navê de Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selehattin Demirtaş, Wezîr û Parlementer jî heyî dema ku xwestin biçin Cizîrê di derketina Midiyadê de ji aliyê devletê ve hatin sekinandin.
Ev 6 roje Cizîr dibin dorpêçê dene. Ji Amedê di bavê de Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selehattin Demirtaş, wezîr Muslum Dogan, Wezîrê Netewê Yekbuyî (NY) Ali Haydar Konca, Parlementer, Saziyen Civaka Sivil jî di navê de heyî heyeta ku xwestin biçin Cizîrê ji aliyê polîs û leşkeran ve di derketina Midyadê de pêşya wan hate girtin.
Bi TOMA û wesayîtên zirxî polîsên sivîl pêşiya heyetê girtin. Li hemberî barîkata polîs û leşkeran Saziyên Civaka Sivil, Parlementer, Wezîr û welatiyan bertek nîşan dan. Selehattin Demirtaş û Wezîran li Waliyê Merdînê geriyan.
Girseya hatibu seknandin bi siloganên 'Bijî berxwedana Cizîrê' qîr dikin. Rayêdarê polîsan bi hincentên weke "Ji jor bertek heye em nikarin destûrê bidin we" heyet nikare têkeve navçeyê, li bendê mayin berdewam dike.
(ba/zt)