Bi hezaran kes ber bi Cizîrê ve ketin rê

15:52

JINHA

MÊRDÎN - Heyeta HDP'ê ku ji wekîlên HDP'ê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş pêk dihat, li gel hezaran welatî barîkatên polîs û leşkeran rakirin û ber bi Cizîrê ve meşiyan.

Heyeta HDP'ê ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û wekilên HDP'ê pêk tê, bi boneya piştgiriyê bidin gelê Cizîrê û ambargoya tê meşandin bi dawî bibe, ji Amedê çûn Cizîrê. Lê heyeta HDP'ê li Midyatê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat rawestandin. Polîs û leşkeran bi maşîneyên zirxî heyet rawestand. Girseyên ku ji Êlih û Sêrtê jî dihatin gihiştin heyeta HDP'ê û li dijî barîkata polisan çalakî pêk anî. Girsê di çalakiyê siloganên "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kir. Bi hazaran kesên li dijî dijî astengiyên polîs û leşkeran di ber xwe da, piştî demekê barîkatên polîsan rakirin û berê xwe dan Cizîrê. Meşa hezaran welatiyan ku di navde heyeta HDP'ê jî heye ber bi Cizîrê ve didome. Ewê 400 parlementeran negirin. Deshilatiya wan ketiye. Emê beşa xwe ya aştiyê ber bi Cizîrê ve bidomînin."

(zt)