Li Navenda Yekîtiya Star perwerda parasina zarokan hat dayîn

16:25

JINHA

TIL TEMIR - Li Navenda Yekîtiya Star ji bo jinan semînera tendiristî û xwedîkirina zarokan hat dayîn.

Ji aliyê Rêxistina Yekitiya Star a bajarê Til Temirê ve ji bo tendiristiya zarokan semîner hat dayîn. Di semînera ku bi beşdariya dehan jinan despêkir de Rêvebera Komuna Şehîd Arîn Haystan Xelef li ser giringiya tendiristî, perwerde û parastina zarokan axivî û got: "Ev semînerên wiha û perwerdeyên jinan ên di derbarê jiyana wan û zarokên wan de giring dibînim. Dema ku zarok nexwe bikevin divê dayîk bizanin çawan li zarokên xwe binêrin. Aliyê perwerdê de jî ji bo mamostayên zarokan ê despêkê diya wane divê dayîk di aliyê perwerda zarokan de baş xwe pêşde bibin."

Perwerde bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(sk-ja/zt)