Heyeta HDP'ê li Hezexê ji aliyê deh hezaran ve hat pêşewazî kirin

20:28

JINHA

ŞIRNEX - Girseya ji gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Cizîrê ve kat rê, gihişt navçeya Hezexê ya Şirnexê. Girse di ketina Hezexê de ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên HDP’yî di nav wan de ber bi navenda navçeyê ve dimeşe.

Meşa bi hezaran kesan a bi armanca piştevaniya bi berxwedana Cizîrê re ji gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kir didome. Girseya di nav wan de HDP’yî, HDK’yî û DBP’yî jî hene danê êvarî gihiştin navçeya Hezexê ya Şirnexê. Wê girseya ji hezaran kesan pêk tê danê sibê meşa xwe ya ber bi Cizîrê ve bidomîne.

(zt)