Ayla Akat: Her yek ji me parçeyek ji lorînên dayîka Cemile ne

09:12

Beritan Canozer / JINHA

AMED - Berdefka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, diyar kir ku li Cizîra dibin dorpêçê de şer lê berdewam dike 3 jê zarok, 2 jin bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dayî xwedî derketin parastina wijdaniye û got: "Divê kes li hember vê vîna berxwedanê ya li hemberî êrîşan li ber xwe didin bêdeng nemînin. Her yek ji me parçeyek ji lorînên dayîka Cemilaya ku hatî qetilkirin û cenazê wê di bozdolabê de tê girtinin."

Li gelek deverên Kurdistanê yên weke Silopî, Gimgim, Farqîn, Sur, Gever û herî dawî li Cizîrê 3 jê zarok, 2 jin bi giştî 10 kes qetilkirin. Bajarê dibin dorpêçê de, kirinên di tu hiquqên şer de neyî lê tên kirin, dixwazin ji bê avî û bê xwariniyê teslîm bigirin. Dîmenên ji bajarê hefteyek dibin dorpêçê dene wijdanê mirovan ranake. Zarokê 15 rojî Muhammed ji ber nebirin nexweşxanê jiyana xwe jidest da. Cenze bi rojanin di malan û mizgeftan de tên sekinandin. Ji ber nehêlan cenazê Cemileya 12 salî bispêrin axê diya wê ji bo ku xiranebe di bozdolabiyê de digire. Dayîka 7 zarokan Meryem li ber derê mala wê qetilkirin. Ji bo ku cenazê wê xira nebe jinan cenazê wê girtine hewşa malê û bîdonên qeşayê danîne ser cenazê wê.

'Bi navê qedexeya derketina kolanan dorpêç heye'

Berdefka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, li hember tiştên li Cizîrê tên kirin sînorê hiş û wijdana mirovan dide zorê bang li her kesê kir ku têkevin nava tevgerê û bang li jinan kir ku vîna xwe derxin holê û şer bidin sekinandin. Ayla bilêv kir ku şer ji devê Serokomar û Serokwezîrê vî welatî hatiye îlankirin û wiha domand:"Beriya hilbijartinê li Çiyayê Tendireka Agiriyê derspêkir û bi qirkirina Amedê berdewam kir, êdî pêvajoyek şer a ku bi îlana Serokomar û Serokwezîr a ku pêvajoya çareseriyê qediyaye despêkiriye. Ev şer hem li herêmên bejayî û hem jî li nava bajêr deverên weke Sur û Cizîrê berdewam dike. Tiştên li Cizîrê tên jiyankirin di roja 5'an de êdî vegeriyaye şermek mezin. Dorpêç heye û bi navê qedexeya derketina kolanan çember û şer heye. Hun wêderê digirin dorpêçê gel nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. 3 zarokên ku ji bo nan bigirin çun firinê gulebaran kirin û ji lingên xwe birîndar bûn. Rastiyek me ya wiha heye."

'Em bi terora dewletê ya vekirî re ru bi rune'

Ayla destnîşan kir ku dewlet desturê nade gelê Cizîrê pêdiviyên xwe yên xwarinên jî bînin cîh û wiha berdewam kir: "Vê li hember gelek sivîlê navçeyê dikin. Ev tişt di dema şerê herî giran de jî nehatiye jiyan kirin. Di ti şeran de zarok hedef nayên girtin û xwarin ser sivîlan nayê qut kirin. Ticar gelê sivîl bi qasî niha dibin pencên qirkirinê de nemane. Em bi terora dewletek a ku heya niha ji bo me teror digot re ru bi rune. Li Cizîrê gelek birîndar û nexweş hene, lê mafê dermankirinê ji mirovan re nehêlane."

'Em parçeyek ji lorînên dayîka Cemile ne'

Ayla bilêv kir ku yên van êrîş û çemberan bişkênin jinin û wiha berdewam kir: "Divê alîkariya xwarin û dermanan bê şandin. Ger bijîş dixwazin li dengê wijdana xwe guhdar bikin bila biçin Cizîrê û bêjin; 'Em li gel vî gelîne, emê çavên xwe li mirinên wan negirin.' Divê her kes biçe alîkariya wî gelê Cizîrê yên ku bê av, xwarin û derman hetine hiştin. Divê her kes ji bo ku birînên wiha kur yên ku dayîk ji bo ku cenazê zaroka wê bîn nede xistiye bozdolabiyê enyên jiyan kirin tekoşînê bikin. Her yek ji me parçeyek ji lorînên dayîka Cemile ya 13 salîne. Jin dikarin vê bikin û ser bixin. Em bawerin em di welatek ku mirovên wê bi wijdan de dijîn. Me sê sal jiyan kirin, emê bi hev re hesabê ji yên em anîne vê rewşê bixwazin. Divê li hemer tiştên li Cizîrê tên jiyankirin kes bêdeng nemîne. Pêdivî bi vînek vî şerî bide sekinandin heye, ew jî pêdivî bi vîna jinan heye. Divê vînek a jinên kurd, tirk, laz, çerkez û hemû jinên li vî welatî dijîn bigihin hev û vî şerî bidin rawestandin."

(zt)