Zarokên dibin dorpêça polisan de: Ger ciwan nebana dê me hemûyan qetilkiribana
09:13
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Ji ber konsepta şerê AKP'ê ser gelê kurd dayî meşandin Sur bi rojan dibin dorpêça polîsan de ma. Di dema berxwedana gel de zarok jî ji her tiştî xeberdarbûn. Zarokên ji ber çemera polîsan nerazane, liber çavê wan xizmên wan hatîn qetilkirin û polîsan ew tehdîd kirine gotin: "Ger ciwan nebana dê me hemûyan qetilkiribana.
Bi rojane li hember polîtîkayas qirkirina sivîlan li Kurdistanê gel li ser linganin. 7 rojin Cizîr dibin dorpêça tîmên tayîbet û sekvanan de li hember polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dide. Li hember êrîşên li ser Cizîrê berdewam dikin navçeyên Sur û Rezanên Amedê nerazîbûn nîşan dan. Du rojan li hember polîtîkaya qirkirinê ya li Surê berdewam dikir gel xendek dikolan û bi parastina cewherî li ber xwe didan. Welatiyên ku kolnanên Sur û Rezan bernedidan digotin "berxwedan berdewame". Zarokên ji ber deriyê Surê her dengê diha weke dengê çekan dizanîn û di ferqa nebûna ewlehiya canê xwe de bûn. Zaroka keç Z. A ya 11 salî diyar kir ku polîs bi rojan ji ber derê wan nediçun û ew ji tirsan ranediket.
'Nasên min li ber çavê min birîndar kirin'
Z. A destnîşan kir ku polîsan bi guleyên rastîn êrîşî gel dikirin û wiha got: "Di her gulebaranê de em gelek ditirsiyan, di her teqînê de mala me dihajiya. Tevahiya şevê xwişk û birayên minên biçuk ji tirsan digiriyan. Êdî bila dawî li van êrîşan bên. Polîs êrîşî me dikin, em jî li hemberî wan xwe diparêzin. Elektirîkên me birîne. Di tariya şevê de em runiştin, di wê tariyê de em zêdetir ji ber dengê çekan û teqînan ditirsiyan."
'Polîsan berç çekên xwe didan me û em tehdîd dikirin'
Zarokê lawik E. A yê 9 salî jî bilêv kir ku tevahiya şevê mala wan gulebaran kirine û wiha berdewam kir: "Em gulebaran dikirin, bomba di avêtin me. Li nêzî mala me şer derket. Ji bo parastina me ciwan li kolanan bûn. Em jî ji tirsan nedirazan. Gule dihatin dîwarê mala me qul qulî dikirin. Me xwe di serşoyê de veşart. Em êdî nikarin derkekvin kolanê, em dixwazin êdî ev şer biqede. Yên şer dane despêkirin xêrê ji xwe nebînin. Heta me nedikarî serê xwe di paçê de bînin xwerê. Polîsan berê çekan didan me û em tehdîd dikirin. Xeber didan me. Xwişk û birayên minên biçuk ditirsan, ez naxwazim ewana bitirsin."
'Guleyên polîsan dîwarê mala me qul qulî dikirin'
Zarokê lawik A. D yê 10 salî jî anî ziman ku du rojan polîsan kolanên wan girtin, zarok gulebaran dikirin û wiha dom kir: "Di her teqînê de mala me dihejiya. Guleyên polîsan dîwarê mala me qul qulî kiriye. Em êdî di hindirê malê de jî ditirsiyan. Dewlet mirovên me qetildike. Birayên me yên mezin li van deran xendekan dikolin û me rizgar dikin. Ger ew nebin dê polîs me hemûyan qetilbikin. Dibistana ku ez lê dixwînim hema li ber Komeleya Welatiyên Azad a li Taxa Hasirliyê hatî şewitandine. Ez ditirsim ku dibistana min jî bişewitînin. Dema ku ew êrîşî me dikin ez dibêjim belkî qiyamet rabûye. Ez difikirîm ku emê êdî nikarim biçim dibistanê û nikarim hevalên xwe bibînim."
'Ez nikarim razim'
Zaroka keç E. N ya 6 salî bilêv kir ku li taxa wan şer hat kirin û wiha got: "Polîsan em gulebaran dikirin. Zarok jî gulebaran dikirin, ji bo ku zarok têkevin hindirê malan ser wan de qêr dikirin. Dema ku em diketin hindirê malan jî ji tirsan me nedikarin rakevin. Dema ku dengê çekan dihat min digot belkî bi min dikevin. Bila yên şer dane despêkirin xêrê ji xwe nebînin. Em naxwazin bimirin, em dixwazin aştî çêbibe."
(zt)