Cara 15'emîn girtina DÎHA yê
10:26
JINHA
AMED - Êrîş û astengiyên li hemberî Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê berdewam dikin. TİB'ê cara 15'emin malpera DÎHA'yê ya înternetê sankur kir û xwinerê wê ji agahiyan mahrum kir.
Êrîşên hikûmet û dewletê yên li ser çapemeniya azad û DÎHA'yê bê navber didomin. Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyip Erdogan piştî 7'ê Hezîranê li dijî gelê Kurdistanê çapemeniya kurd a azad şerê taybet daye destpêkirin. Li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Karê Ewlehiyê ya Serokwezîriyê ve ji hêla TÎB'e ve malperên DÎHA'yê her roj tê girtin. TÎB'ê ku ji 24'ê Tîrmehê heta niha 14 caran malperên DÎHA'yê sansur kir, careke din malper sansur kir. TÎB'ê bi girtina malpera www.dihahaber.link'ê re cara 15'emîn DÎHA sansur kir.
(zt)