Tirkiye Hevpeymana Mafên Zarokan ya NY Binpê dike
10:27
JINHA
WAN – Tenê dinav vê meha dawiyê de, li Kurdistanê di êrîşên ku sivîl tên hedef girtin de, 7 zarok jiyana xwe ji dest daye. Hevseroka Şaxa Perwerdê ya Sendîkaya Wanê Gûlcan Kaçmaz Sayyîgît, xala Hevpeymana Mafên Zarokan ya NY ku dibêje; “Mafê Her Zarokê Yê Jiyanê Heye” bibîrxist û bangawaziyek lezgîn li dewleta Tirkiyê kir da ku dev ji êrîşên li beramberî zarokan berde.
Di Kurdistanê de, dema her roj li beramberî sivîlan komkujiyek lê tê zêdekirin, taybet zarok di hedefa nîşangirên wan de ye. Tenê di vê meha dawiyê de 7 zarok hatin qetilkirin. Tirkiye ya ku dibin Hevpeymana Mafên Zarokan ya Netewên Yekbûyî (NY) de îmzaya wê heyî, mafên zarokan yê jiyanê binpêdike. Hevseroka Şaxa Perwerdê ya Sendîkaya Wanê Gûlcan Kaçmaz Sayyîgît nirxand ku ew “Di Xalek ya Peyv Xilas dibin” yê êrîşên ku zarok tên hedef girtin dene û bangawaziyek lezgîn li dewletê kir da ku dev ji êrîşên li beramberî zarokan berde.
'Zarok tên qetilkirin'
Gûlcan diyar kir ku di xala 6'emîn a Hevpeymana Mafên Zarokan de, “Mafê her zarokê yê jiyanê heye” û wiha anî ziman; “Dewletên ku dibin vê xalê de îmzaya wan heyî berpirsyariya girtina jiyana zarokan dibin ewlekariyê de dide. Lê mixabin niha li Tirkiyê tiştek wisan nayê jiyan kirin. Li şûna parastina mafê jiyana van zarokan, awayek bi êş dawî li jiyana wan tîne. Em weke mirov van komkujiyan napejirênîn û emê nepejirênîn.”
'Çav bi xwînbûne'
Gûlcan da zanîn ku şerê deshilatdariya AKP’ê encamên xirab bi xwere tîne û ji vê re demildest pêşxistina çareseriyekê pêwîst dike û wiha axivî; "Zihniyeta li beramberî me bi temamî çav bi xwîn bûye û tû nirxan nasnake. Armanca yekane carikdin li wî kursiyê rûniştine û Tirkiyê li gel seroktiyê berbi pêvajoyek hîn xirabtir ve birine. Li gor min heya hilbijartinan di Kurdistanê de, her tişta ku bi destê wan were yê bikin û ev rastiyek vekiriye. Li beramberî jinan, îxtîyaran û zarokan, bi kurtasî li beramberî sivîlan planên şerê qirêj û komkujî bi zêdehî berdewam dike. Em di xalek ku peyv xilas dibin dene. Yê ku tên jiyan kirin aqil nagre û divê neyên jiyan kirin."
'Êrîşên li ser bedena jinê nayê pejirandin'
Gûlcan destnîşan kir ku; exlaqek yê şeran jî heye lê şerê ku AKP’ê bi rêvedibe exlaqek yê wê jî tûneye û got weke kiryarên li beramberî zarokan, li beramberî jinan jî polîtîqayên komkujiyan di dewrê deye. Gûlcan êrîşa teşhîrê ya li beramberî bedena Ekîn Wan û êşkenceya cinsî dibin çavan de ya li beramberî Fîgen Şahîn bi bîrxist û wiha domand; "Me dît ku di şerê li geliyê Dostkî de, çiqas nirx hat dayîna cenazeyên leşkerên jiyana xwe ji destdane û çawa awayek bi ewle hatin radest kirin. Tişta ku li beramberî cenazeya Ekîn Wan hatî kirin çibû? Di şerde kî bê exlaqin em dibînîn. Wê tekoşîna me li dijî vî şerê qirêj ku berê xwe dide bedena jinê jî berdewam bike."
(xb)