Li Cizrê şeva herî giran hati jiyan kirin: Yek zarok 2 jin bi girştî 8 mirî
11:03
JINHA
ŞIRNEX - Dibin çembera Polis-leşkeran de duh bi şev Cizrê şeva herî giran jiyan kir. Bi tang û topan êrîşî taxan kirin, di êrîşan de 1 zarok, 2 jin bi giştî 8 kesan jiyana xwe jidest dan.
Li navçeya Cizîra Şirnexê ku dibin dorpêça polîsan de şer berdewam dike ji 4 Îlonê dema qedexeya derketina kolanan heya niha şeva din şeva herî giran jiyan kir. Li taxên Nur, Sur, Cudî û Yafesê boba dihatin teqandin. Parlementerê HDP'ê yê li navçeyê Faysal Sariyildiz got: "12 top tenê li kolana Varol a Taxa Nur ket. Li Cizîrê qirkirin tê jiyan din. Bese êdî deng bidin berxwedan Cizîrê."
Li Kolana Mezbaha ya Taxa Cudî jî di dema top avêtinê de 2 jinan jiyana xwe jidest dan. Yek zarok, yek jê giran 3 kes birîndarbûn.
Li Kolana Varol a Taxa Nur Eşref Edim û keça wiya 10 salî jiyana xwe jidest dan. Despêkê topbaranê canê bav Eşref Edim sitand. Paşê jî keçika wiya 10 sali ya ku ji bo bavê xwe bigihîne nexweşxanê derketî derve. Dema ku zaroka 10 salî ji bo bavê xwe bigihîne nexweşxanê derket ber malê destê xwe bilind kir bi îşaretan xwest bêje ezê bavê xwe bibim nexweşxanê lê sekvanan ji bilindahiyê ew gulebaran kirin û qetilkirin. Hîna zarok negihandin nexweşxanê jiyana xwe jidest da. Li Taxa Nur jî 4 kes giran birîndar bûn. Ji ber polîs desturê nadin birîndaran bibin nexweşxanê gel li gorî derfetên xwe birîndarên xwe derman dikin. Gel li kolanan bi çalakiya dengderxistinê êrîşan protesto dikin.
Di tevahiya şevê de bi çekên giran Cizîr topbaran kirin. Di topbaranan de li Taxa Nur 4, li Taxa Cudî 3, li Taxa Surê 1 bi giştî 8 kesan jiyana xwe jidest dan.
Di nava 7 rojan de hijmara welatiyên jiyana xwe jidest dan giha 20'an. Tê gotin ku gelek birîndarên giran hene. Parlemeterê Şirnexê Ferhat Encu jî di saetên şevê de li ser hesabê xwe yê twitterê wiha parkiriye: "Em îşe bi qirkirinê re ru bi rune. Bi tang, topan û çekên giran êrîşî taxa Nur dikin."
(zd-ma/zt)