Parlementerên HDP'ê cardin dest bi meşê kirin

13:27

JINHA

ŞIRNEX - Di nava yên li Aslantep de demekê dest bi çalakiya runiştinê kirîn Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş, wezîr, Hevberdefkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu jî heyî nêzî 40 parlementer û Aktîvîstên KJA yê heyî carekdinê ber bi Cizîrê ve dest bi meşê kirin.

Ji bo çuna Cizîra 7 rojin dibin dorpêça polîsan de bi giştî 20 kesan jiyana xwe jidest dayî ji saet 04.00'an ji Hezexê derketine. Girseya ku di navê de Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş, wezîr, Hevberdefkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu jî heyî nêzî 40 parlementer û Aktîvîstên KJA yê heyî hîna 30 metre mayî ji ketina nava Cizîrê re ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine sekinandin. Dema ku carekedinê girseyê dest bi meşê kir rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin, tayîbetî jî parlementerên jin darb kirin.

Li gel êrîşan jî li rêyên bejayî re bi qasî 20 kilometreyan nêzî Cizîrê gihiştine Aslantepe û li wê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Piştî demek çalakiya runiştinê carekdinê parlementer ber bi Cizîrê ve ketin rê. Di rê de leşker û polîsan barîqat danîn û çuna parlementeran asteng kirin.

(zt)