Zeynep ji bo zaroka xwe biparêze hat qetilkirin
17:54
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê di 24 saetên dawî de ji kesên hatin qetilkirin nasnameya 6 kesan diyar bû. Derket holê ku dema Zeynep Taşkin xwest zaroka xwe biparêze hat qetilkirin.
Hefteyek e Cizîr di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de hatiye hepiskirin. Gelê Cizîrê yên ku ji malên xwe derdikevin tên kuştin. Şevê din polîs û leşkeran li ser gelek taxan bi top û tangan gule barandin. Di êrîşa polîs û tîmên taybet de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Nasnameya 6 kesan diyar bû. Ji kesên hatin qetilkirin ên nasnameya wan diyar bû wiha ne. Dayika 8 zarokan Maşallah Edin (40), Sait Naici (17), Zeynep Taşkın (18), Eşref Aydın (55), Sürme Karane û Sait Eşref Erden.
Di êrîşê de zaroka 11 salî Berxwedan Taşkin, Ayşe Edin û Ekrem Dayan jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku Zeynep Taşkin a hat qetilkirin dema xwest zarokê xwe Berxwedan Taşkin ji guleyan û topan biparêze hat qetilkirin. Berxwedan jî ji mil û piyê xwe birîndar bû. Berxwedan a birîndar bû rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.
(ma-zd/zt)