Bi hezaren kes gihiştin Cizîrê ber bi navendê ve dimeşin

18:37

JINHA

ŞIRNEX - Ji duh ve ji navenda Şirnex û Silopî welatiyên ketin rê hemberî êrîş û astengiyan gihiştin Cizîrê. Girse ber bi navendê dimeşe.

Ji bo ji komkûji ya Cizîrê re bêjin bese û bi armanca alîkariyê bidin berxwedanê duh serê sibê ku ji navenda Şirnex û Silopî derketin rê giştin Cizîrê. Ev du rojin hezên dewletê êrîş û astendiyan li pêşiya wan derdixin, welatiyan li ber astengiyan li ber xwe dan û gihîşt navenda Cizîrê.

Welatiyan astangiya hezên devletê derbas kirin li taxa Konax a Cizîrê bi coşek mezin hatin pêşewazî kirin. Bi sloganên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Dê Cizîr ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" û ji navçeyê jî gelek kes tevlî girsê bûn.

Bi tevlîbûna gel ê Cizîrê jî bi hezaran kes ber bi navend ê ve dimeşin. Ji aliyê din ve gelê Hezexê jî ketibûn rê ber bi Cizîrê ve hêjî dimeşin.

(ba/zt)