Yekîtiya Star: Berxwedana ku jinê cihê xwe têde girt teqez serketinê tîne

18:50

JINHA

NAVENA NÛÇEYAN - Di derbarê Konsepta şerê AKP'ê li Kurdistanê dayî despêkirin û çembera ser gelê Cizîrê berdewam diki de daxuyanî da.

Di derbarê konsepta şerê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatî despêkirin û 7 rojin Cizîr di çemberê de tê girtin Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Polîtîkaya qirêj a ku DAIŞ'ê li Rojava dida meşandin niha jî hikumeta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dide meşandin. Hem li aliyê Kurdistanê qirkirin hene hem jî li aliyê Tirkiyê êrîşên nijadperestan berdewam dikin. Ev hemû nîşaneyên îflaskirina hikumeta AKP'ê ye. Gelê kurd ne li hemberî DAIŞ'ê serî danî ne jî dê li hemberî AKP'ê serî bitewîne, her demê bi berxwedaniyek mezin li ber xwe daye û dê li ber xwe bide."

Daxuyaniyê wiha domand: "Em weke Yekîtiya Star berxwedan li Bakurê Kurdistanê hemberî faşîzmê tê dayîn silav dikin. Ji ber ku îro roja berxwedan û rometê ye. Divê em tekoşîna xwe bilind bikin. Berxwedana ku jinê têde cîh girtiye dê teqez azadî û demokrasiyê bîne.

(zt)