Li Cizîrê polîsan zarokek dinê jî birîndar kir
19:45
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê hefteyeke rewşa OHAL'ê didome. Welatiyên ku li dijî OHAL'ê derdikevin û derdikevin kolanan rastî êrîşa polîsan tên. Herî dawî polisan zarokekî din bi guleyan birîndar kir.
Piştî fermana hikûmeta AKP'ê û Serokomar Waliyê Şirnexê li Cizîrê OHAL îlan kir. Hefteyek e li Cizîrê OHAL hatiye ilankirin. Li aliyê dîn gulebarana polîs û tîmên taybet a li ser welatiyên Cizîrê didome. Herî dawî welatiyên taxa Cûdî li diji êrîşen polîsan bi silogana "Biji berxwedana Cizîrê" meşiyan. Piştî gel dest bi meşê kir, polîsên ku bi maşîneyên sirxî li ser kolana Nisêbînê rawestiya bûn li ser gel gule reşandin. Di êrişa sekvanan de zarokê 12 salî birîndar bû. Welatiyan zarokê birîndar revandin malekê û çalakiya gel berdewam dike. Li aliyê din êrîşa polîsan a li ser gel didome.
(zt)