Li Cizrê polîsan zarokek din yê 15 salî qetilkirin
08:21
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Nur a Cizîrê zarokê 15 salî Bunyamin Îvcî dema ku çu mala xizmên xwe ji bo hinek boz bîne birîndar bû. Li ber derê nexweşxanê polîsan bedena zarok a birîndar rehîn girtin û qetilkirin. Mehmet Dikmen ê 70 salî jî qeyrana dil derbaskir, ji ber nehêlan bibin nexweşxanê jiyana xwe jidest da.
Li Cizîra ku 8 rojin dibin dorpêçê dene polîsan ciwanek dinê jî qetilkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin Taxa Nur a Cizîrê zarokê 15 salî Bunyamin Îvcî dema ku çu mala xizmên xwe ji bo hinek boz bîne ji ber gulebarana wesayîtên zirxî birîndar bû. Dema ku welatiyan gazî servîsa 112 kirin got; "Emê birîndarê anîne ber Nexweşxana Botanê bigirin." Ser ên birîndar rakirin nexweşxanê gulebaran kirin. Ji bo ku welatî xwe ji gulebaranê biparêzin ji ber nexweşxanê durketin, Bunyaminê birîndar li wê ma polîsên tîmên tayîbet çun ser gule berqa serê wî dan û qetilkirin.
Piştî ku polîs ji cihê bûyerê çun welatî hatin cenazê Bunyamin birin Mizgefta Şêx Selim a li Taxa Nur. Cenaze li mizgeftê dimîne.
Li aliyê dinê li Taxa Yasef jî Mehmet Dikmenê 70 salî qeyîrana dil derbaskir, ji ber nehêla bibin nexweşxanê jiyana xwe jidest da.
Li navçeyê êrîş û şer berdewam dike.
(zd-ma/zt)