Dayîk: Heya ku êrîşên ser Cizrê bidawî nebe dê çalakiyên me berdewam bikin
09:21
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Ji bo êrîş û dorpêça li ser Cizrê bê rakirin li çar aliyê Amedê çalakiya runiştinê hatiye despêkirin. Dayîkên ku beşdarî çalakiya runiştinê bûn diyar kirin ku heya êrîş bidawî nebin ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Li gel hemû awayên bertekan jî ev 8 rojin dorpêç û şer li Cizîrê berdewam dike. Ji duh ve gelê Amedê ji bo Cizîrê di çalakiya runiştinê denin. Li gelek deverên weke li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ya Parka Koşuyoluyê, Parka Rojava, Bîrdariya Roboski û Taxa Şeyhşamilê çalakiya runiştinê berdewam dike. Dayîkên ku li Taxa Şeyhşamilê di çalakiya runiştinê denin êrîşên ser gelê kurd berdewam dikin ji ajansa me re nirxandin. Ji dayîkan Makbule Kaya bertek nîşanî konsepta şerê li Kurdistanê hatî despêkirin da û got: "Divê hemû cîhan, hemû dayîk êdî li hemberî van qirkirinan derkevin kolanan. Erdogan ji gelê kurd û zarokên me çî dixwaze. Ma qeyî ev qas xwîna hatî rijandin têrnake. Tenê berpirsê vê xwîna tê rijandin Erdogane. Divê hemû mirovahî ji wî hesab bipirsin." Mekbule bilêv kir ku heya êrîşên ser Cizîrê berdewam bikin ewê jî çalakiyên xwe berdewam bikin.
'Heya qirkirin bidawî nebe dê çalakiyên me berdewam bikin'
Ji dayîkan Sakine Basil jî destnîşan kir ku tenê daxwaza wan aştiye û ew ji ber daxwazên xwe diçalakiyan denin û wiha domand: "Tenê daxwaza me dayîkan aştiye û emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê aştiyê biqêrin. Bila êdî xwîna tê rijandin bisekine, ne leşker, ne polîs û ne jî zarokên me nemirin. Yê vî şerî winda bike dê Erdogan be. Ti deshilatiyên ser xwînê didomin ser neketine, Erdogan gelek xirab diçe." Sakine anî ziman ku divê ti dayîk nebêjin; 'Welat saxbe', ji ber gotina 'welat saxbe' di rastiyê de niha hatiye rewşa 'Sara sax be'. Sakine derbirî ku heya qirkirinên ser Cizîrê bidawî nebin ewê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha berdewam kir: "Bila hemû dayîk bên ji bo bidawîkirina van qirkirinan destê xwe têxin binber de. Em dayîk gelek giriyan êdî me naxwazin ti dayîk bigirîn."
'Bila kes ser zarokên me pîlanan nekin'
Hanîfe Kartal jî da zanîn ku heya çembera dora Cizîrê berdewam bike dê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê di çalakiyan debin û wiha pêde çu: "Bila me jî bigirin bin çemberê û qetilbikin, em ji gelê Cizîrê ne cudane. AKP difikire hemû kurdan qetilbikin û paşê di sarayê de li kêfa xwe binêrin, lê bi salane kurd li hember van cureyên deshilatiyan tekoşînê didin, dê hîna jî tekoşînê bide. Bila kes ser zarokên me pîlanan çênekin." Hanife anî ziman ku divê hemû dayîkên kurdan û tirkan bênbahev û ji Serokomar re bêjin bese.
(zt)