Li Qamişloyê gel zorî koçê tên kirin
09:22
Rûksen Efrîn/ JINHA
QAMIŞLO - Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Rojava bandorê li aboriyê jî dike. Welatiyên ku di peydakirina pêdiviyên xwe de zehmetî dikêşin anîn ziman ku armanca buhabûnê gel zorê koçê kirine û ev yek bi zanabûn tê kirin.
Li beramberî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Rojava ji zarokên 7 salî heya kalên 70'ê salî welatê xwe neterikandin û ji bo înşakirina jiyana nû ketine nava hewldanan. Mînaka vê jî li bajarê Qamişloyê ye, gel hem parastina xwe a cewherî li hember êrîşan dike hem jî di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna avakirina jiyana nû dikin. Welatiya bi navê Yasmîn Alalî ji ber buhabûna pêdiviyên jiyanî aciziyê xwe anî ziman û wiha got: "Li Rojava her tişt buhaye. Bi taybet ev buhabûn piştî êrîşê çeteyên hov DAIŞ'ê despêkir." Zerîva Ehmed jî diyar kir ku, ev buhabûn bi zanabûn tê kirin, armanca vê yekê jî gel zorê koçê kirine û wiha got: "Çi dibe bila bibe em ê welat terk nekin û divê her kes li hember vê yekê hişyar be."
'Ji ber buhabûnê gel nikarin pêdiviyên xwe bistînin'
Bêrîvan Emîn ya ku li dûkanê cilê zarokan difroşe diyar kir ku ji ber buhabûnê êdî gel nayên û pêdiviyên xwe nastînin. Bêrîvan bi lêvkir ku ji ber şer cil jî buhabûye û ew jî neçar dimîne ku buha bifroşe û wiha got: "Em jî bê çare dimînin û cilan buha difroşin. Ev yek rewşa me jî bandor dike û nahêle ku em tişt bifroşin. Ji ber gel xizane û nikarin pêdiviyê jiyanê xwe pêşwazî bikin."
'Bila destûrê bidin bazirganiya dervî welêt'
Fayîz Mihemed a ku li bajarê Qamişloyê bi bazirganiyê re mijûl dibe da zanîn ku bazirganî li Rojava veguheriye pirsgirêkê. Fayîz da zanîn ku Rojava di rewşa şer de ye û welatên Ewropa yê Suriyê bê nirx kiriye. Fayîz got: "Dixwazin vê pirsgirêkê bikin malê Rêvebirên Xweser, lê pirsgirêk ne ji Rêvebira Xwesere. Ev yek leystûke û dixwazin wiha piştrast bikin. Ev leystûk ne tenê li ser Rojava li ser tevahî Rojhilata Navîn tê leyskandin. Li welatên Suriye, Misir û Yemenê jî heman pirsgirêk tên jiyan kirin. Eger welatên Ewropayê dixwazin piştgirî bidin me divê nirxê pereyê Suriyê zêde bike. Çawan ku bazirganî di navbera Tirkiyê û Îraq de tê kirin divê destûrê bidin Suriyê jî bazirganî dervî welat bike."
(rc)