'Em gelek bi govendê diçin şer jî'

10:06

Medya Cebe - Gulfidan Ataman/JINHA

WAN - Li Taxa Xaçortê welatiyên ku polîsan bombeyên gazê avêtine daweta wan ji Serokomar Erdogan bibertekin diyar kirin ku ew ji polîtîkayên pergalê yên qirkirinên natirsin û dibêjin: "Em gelek heya şerî jî bi dawetê diçinê."

Hikumeta AKP'ê ya ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê hezim nekir ser gelê kurd dest bi şer kir û bû sedema qetilkirina bi dehan mirovan. Gelê kurd li hember qirkirinên tên jiyandin berxwedan bingeh girtin û diyar dikin ku dê ji tekoşîna xwe gav paşde ne avêjin. Ji du meh berê heya niha Taxa Xaçort a Wanê dibin êrîşên polîsan dene û gel jî li hember êrîşên polîsan parastina xwe ya cewherî dikin. Me li Taxa Xoçortê tiştên ku tên jiyan kirin, di nava kolanek teng de tiştên bi ser dawetek a taxê de anîne ji jinan pirsî.

'Em ji qirkirinên polîtîkaya pergalê natirsin'

Xwediyê dawetê Halime Filit bûyerê bi ser daweta wan de aniyîn wiha anî ziman: "Em ji kurdbûn, berpirsiyarî û welatparêziya xwe tawîzê nadin. Em ji lîstokên pergal ser me dilîzin û polîtîkayên qirkirinê natirsin. Di her şert û mercan de em dikarin şer bikin û canê xwe bi qurbana axa xwe bikin. Piştî vê dawetê emê biçin partiya xwe jî û dakevin qadan jî. Em hîna jiyana xwe berdewam dikin. Em ji polîs û dewletê natirsin. Em gelek ê heya şer jî bi dîlanê diçinê yîn. Ew bi tang û topên xwe bi qasî ku vê kelecana di hindirê me de vemirînin ne bihêzin. Belê hem niha dawetê dikin, lê em dixwazin bi kêfxweşiyek rastî dawetê bikin."

'Em dibin bombeyên gazê de daweta xwe dikin'

Ji xwediyên dawetê Cemile Bakiş jî destnîşan kir ku ji ber sedemên şer wan bi şanazî nekarî daweta xwe bikin û wiha domand: "Erdogan dixwaze miletê me tine bike. Em dixwazin bi rehetî dawetên xwe bikin. Gelê kurd jiyanek diha bedew maf kiriye. Duh bişev me xwest em destê kurê min hena bikin, lê elektirîkên me birîn. Her êvar polîs êrîşî vê taxê dikin û di dema êrîşan de jî elektirîkên me dibirin. Kirinên wan li zora min diçe ji bo wê jî ez ji bo derketina qadan û dengê xwe derxistinê amademe. Em vê daweta xwe jî dibin bombeyên gazê de dikin. Piştî vê dawetê ji bo rawestandina vî şerî ez amademe derkevim qadan û di herî pêş de cîh bigirim. Çiqas dixwaze bila Erdogan şer bike em weke dawetên xwe dest ji Kurdistan, berxwedan û îdiaya xwe jî bernadin. Emê ticarî gav parşde ne avêjin û her biçe emê berew pêş biçin."

'Em ji qadan hatin dawetê û emê cardin ji dawetê biçin qadan'

Zeytun Yurek jî bilêv kir ku ew weke gelê kurd şer naxwazin û wiha berdewam kir: "Hîna Erdogan gelê kurd nasnekiriye, ger ev şer wiha berdewam bike dê gelê kurd tenê vî şerî ji gerila re nehêle. Emê niha bi gerandina govendê berdewam bikin, lê dema ku dawet qediya jî emê li hember êrîşên polîsan ên ser taxê dakevin qadan. Bi kinasî em ji qadan hatin dawetê û emê cardin ji dawetê biçin qadan."

(zt)