Li di dewrên misilmantiyê de bi rojan cenaze li erdê nemaye
10:07
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Li navçeya Cizira Şirnexê komkujiya li ser gel ji aliyê Endama Kongreya İslama Demikrat Panayir Çelik ve hat nirxandin û diyar kir ku di ti dewrên misilmantiyê de bi rojan cenaze li erdê nemane û got ku tişta hikmeta AKP'ê dike İsrailê li ser Filisti ê nekariye bike.
Li Cizirê her ku diçe qirkirinên sivîlan zêde dibe hemû Cihan li hember vê hovitiyê dinava bêdengiyêdene. Li Cizirê ji ber ku qedexeya derketina kolanan heye zaroka 35 roji nikarin bibe nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cemile Çaxırgana 13 Sali ya ku bi fişeka polisan jiyana xwe ji dest dayî ji bo bedena wê xiranebe bi rojan di bozdolabiya malêde veşartin. Hejmarek zêde gel hatin qetilkirin. Li Cizirêji ber ku sucê şer tê kirin gel li hember van qetliaman berxwedanê bilind dikin. Li Cizirê tiştê ku li hember gelê sivil tê kirim Endama Kongreya İslama Demikratik (DİK) ê Panayır Çelik nirxand. Panayir destnşan kir ku di milê misilmantiyê de Turkiye bi xwere dikeve nav nakokiyan.
'Tişta AKP dike İsrail li Fılıstinê nikarye bike'
Panayır bal kişan ser tişta kü niha li Kürdistanê tê kirin di dema kevneperestiya mislmatiyê de jî nehatiye kirin û wiha domand: "Di ti dewrê misilmantiyê de cenaze bi rojan li erdê nemane. Li Cizirê ji ber êrişên polisan gel nikarin miriyên xwe jî veşêrin û ji bo bedenên wan xiranebin di bozdolabiyan de rakirine. Em bawer nakin ku İsrail ji tiştek wiha li Filistinê kiribe. Hevalekê min ji İsrailê got ku İsrail ji nêzikatiyek wiha li cenazeyê Filistinê nakin. Got ku li Cizirê hikumet hovitiyê didin kirin. Dewlet ji xwere dibêje em dewletek misilmanin lê belê hovitiya ku li Cizirê dikin na şibin ti peymanên misilmantiyê" Panayir da xwiyakirin ku di ti dinan û pirtukên dinan de hovitiyek wiha cih negirtiye.
'Dewlet bira bi bira dide şikandin'
Panayır li bajarên aliyê Tirkiyê êrişên Netewperestî nirxand û pirsa gel insanek 60 Sali çi ziyana li kê birye? pirsî û wiha berdewam kir: "Gelê me li wê derê debara jiyana xwe digere ji aliyê netewperestan ve rasti êrişên tên û li wan dixin. Ev nêzikatiyek çawene?" Panayır got ki hemü gêrila û leşkerên jiyana xwe ji dest dayin wê günehê wan li ser dewletê be û wiha dom kir: "Yê ku pareyê wi heyi zarokên xwe na rêkin eskeriyê lê belê zarokên feqîran dişînin şer. Dewlet bira bi bira dide kuştinê."
Panayır bilêv kir ku ew dixwazin di demek nêz de ev xwina dirije bisekine û banga xwedîderketina Aştiyê li her kesê kir.
(st)