YPJ-Şengal:Çiqas bi ser mede bên em ewqas bi hêz dibin
10:08
Jînda Asmen-Tugba Akyılmaz / JINHA
ŞENGAL - Şervanên YPJ-Şengalê jinên Botanê ya ku bi rojane li hember êrîşa li berxwedidin silav kirin û diyar kirin ku ew wek jinên Êzidî ji bo berxwedanê amede ne û wiha gotin: "Çiqas bi ser mede bên em ewqas bi hêz dibin."
Şervana YPJ-Şengal Tolhildan Şengal bertek nîşanî êrîşê polîsan a li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê ya li hember gelê sivîl nîşan da. Tolhildan ji aliyek berxwedana gelê Kurd silav kir ji aliyê din ve jî banga piştgirî û berxwedanê li tevahî mirovahiyê kir. Tolhildan anî ziman ku jina Kurd dê tu carî li hember tundî û êrîş serê xwe ne tewîne û pêwîst be, jin dê ji bo rûmeta xwe canê xwe jî feda bike. Tolhildan diyar kir ku ew wek jinên Êzidî di demên zehmet re derbas bûne û hîna jî zehmetî dibînin û wiha got: "Di demê zehmet de gelê me ên Bakûrê Kurdistanê tu caran me bi tenê ne hêştin û di her qadê de piştgirî dan me."
'Em wek jinên Êzidî amedene tevlî berxwedanê bibin'
Tolhildan anî ziman ku gelek jin û ciwanên Bakûrê Kurdistanê di hemleya rizgarkirina Şengalê de cih girtine û wiha domkir: "Bi karanîna çekan û parastinê hînê me kirin. Me li vir yekîneyên xweser a jinan avakir. Êdî tu hêz nikare hêzê me bişkîne. Îro li Bakûrê Kurdistanê berxwedaniyek mezin tê jiyan kirin. Di serî de dayîk û hemû gelê Kurd heya dawî berxwedaniyek mezin raber dike û berxwedana wan serê me bilind dike. Em wek jinên Êzidî berxwedana gel silav dikin û dixwazin cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigrin. Pêwîstî hebe hemû jinên Êzidî dê xwe bi çek bikin û tevlî berxwedanê bibin. Em wek jinên Êzidî amedene ku di her warî de tevlî berxwedana Bakûrê Kurdistanê bibin."
'Êdî Kurd xwedî yek dilî ne'
Şervana YPJ-Şengal Jiyan Êzidxan jî da zanîn ku li dijî polîtîkayên perçekirinê êdî gelê Kurd hişyar bûye û wiha got: "Polîtîkayên dijmin bi kedê Rêber Apo vala hatî derxistin. Dilê gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistan bûye yek. Ew çiqas hewl bidin me ji hev perçe bikin em ewqas bi hêz dibin. Kes nikare hişyarbûna gelê Kurd a netewî paşve bixîne. Çawan ku gelê me ê Bakûr bi dil û can piştgirî da berxwedana Şengalê em wek jinên Êzidî jî li gel gelê xwe yê Bakûrin û amede ne tevlî berxwedanê bibin."
'Em ê li hember zilmê bêdeng nemînin'
Şervana YPJ-Şengal Zelal Şengal wiha got: "Em wek têkoşînvanên azadiyê zarokê tevahî gelê Kurdin. Hemû dayîkên Kurd dayîkên me ne em wan ji dil hemêz dikin. Em berxwedanê ji dayîkan hînbûn û ji Şengal heya Bakûrê Kurdistanê em gelê xwe silav dikin. Kurdistan yek perçeye û kes nikare vê rastiyê biguhere. Heya dawiyê em ê li gel gelê xwe bin. Li Bakûr, Başûr an jî li Rojhilat li kur dibe bila bibe li hember zilm û tundiya ser gelê Kurd pêk tê em ê bêdeng nemînin. Gelê me li Botanê destanê dinvîse û li dijî hemû êrîşan li berxwedidin. Em jî wek ewladê wan ji bo piştgiriya berxwedanê amede ne."
(rc)