Agir berdan malan li yên mudaxele kirin jî gulebarandin
11:56
Îlon
11
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Ji ber gulebaranê li Taxa Nur a Cizrê agir bi malekê ket. Dema ku gel xwest mudaxeleyî şewatê bikin ser wan de jî gule barandin.
Li Cizîra dibin dorpêça leşker û polîsan denen êrîşên ser gel berdewam dikin. Di saetên serê sibê de êrîşên ser Taxa Nur berdewam kirin. Ji ber gulebaranê agir bi malekê ket. Her diçe agir mezin dibe. Destur nayê dayîn ku îtfaye têkeve taxê. Di derbarê kes di malê de heye yan na nayê zanîn. Dema ku gel xwestin agir vemirînin ew jî gulebaran kirin.
(zd/zt)