Ji Kolanan denêg ‘Bijî berxwedana Cizîrê’ bilind dibe...

12:42

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX- Dorpêça Cizîrê ket roja 8’an. Li Cizîrê berxwedan dewam dike tevî hemû êrişan jî dûrişmên “Bijî berxwedana Cizîrê” ji kolanê Cizîrê bilind dibin.

Çember û êrîşên ser Cizîrê ket roja 8'an. Ev 9 rojin dengê çekan ji vê navçeyê kêm nabe. Dema mirov xwe ji taxekê digîhine taxek din weke tu ji weletekî herî weletekî din e. Rêyê mezin yê vî bajarî bûne sînor. Serê sibê dengê şerek dijwar tê ji Taxa Cudî em dibihîzin li wê çiqas kes hatine qetilkirin û birîndar çiqasin nayê zanîn. Em pêşî rêya Orhan Dogan derbasdikin em dibînin ku polîsek di nav kolanê de li nan digere ji ber ku hemû dikan girtîne; kijan dikan vekîrî dibîne, jê nan dixwaze. Komek jin li dorê kom bûne gelê Cizîrê ku bi merdanî û mirovbûna xwe tê zanîn jê re dibêjin 'Em nan nadin te gelê me niha li Taxa Nur tî û birçîye. Em jî nan nadin te.'

'Cizîr ji dil jî Kobanê ye'

Piştî rêya Orhan Dogan rêya Nisêbînê li pêşiya me ye; em di nav kolana de bi ewle nêzikî rê dibin lê dibêjin sekvan li ser rêya nisêbîne hene em xwe xwar dikîn û bi lez derbas dibin. Dema em bi silametî derbas dibin hevelak dibêje; 'Cizîr ji dil jî Kobanê ye.' Dema em xwe di hînin Taxa Cudî em rastî şopê mirênê tên. Em pêşî çun mala Zeynep Taşkin û Maşallah Edin. Tenê xwin û cilê zarokê bi navê Berxwedan li ber derî heye. Hevserê Maşallah li Îraqê ajovaniyê dike. Maşallah, ji ber ku gelek şebekê telefona hatine qut kirin hewil dide xwe bigihîne hevserê xwe lê gulê sekvanan nehêla ew xwe bigihîne hevserê xwe û ew qetilkirin. Zeynep jî tevî kurê xwe Berxwedan li ber derî ne. Zeynep ji bo ku gule li Berxwedan nekevin xwe davê ser û xwe jê re dike sîper. Berxwedan birîndar dibe lê ji vê gulebaranê xelas dibe.

'Berxwedan di dema berxwedana Kobanê de hatiye dinê'

Bavê wî dibêje; "Dema Berxwedan çêbiye berxwedana Kobanê hebûye û loma jî navê wî danîne Berxwedan. Bexwedan ji vê êrîşê jî xelas dibê lê êdî ew bê dayîke. Ne tenê Berxwedna êdî 8 zarokê Maşallah ji sêwî û bê dayîk man. Keça Maşallah Şûkran jî wiha axivî: "Dayîka min jî qetilkirin. Ez bê dayîk û sêwî hêlam. Ma gelo ev Erdogan çî ji me dixwaze?"

'Kîjan kêliyê dê kîjan zarok bê qetilkirin nediyare'

Em dibîhizin ku zarokek din jî birîndarbûye navî wî Selaman Agar e. Selmanê ku ji serê xwe birîndar bûyî dema radikin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Ji Selmanê biçuk jî du bîdonê avê û şimika wî şunve dimînin. Li gorî dewletê teroristekî din jî hatiye kuştin. Gelê Cizîrê tevî hemû zor û zehmetiyan li piya dimînin û nobetê digrin. Em bi şev li nav kolanan digerin. Dema zerok me dibînin dest bi sitranan dikin. Em jî dimenê wan digrin kî dizane belkî setek din yek ji van zarokan jî were kuştin.

'Heya sewta me hebe û heya xwin di canê me de bigere emê li ber xwe bidin'

Di rê de em rastî jina bi navê Zeynep hatin. Zeynep dibêje; "Malbata min li taxa Nurê ne. Ev 8 rojin min tu agahî ji wan nestendiye, dora me hemu tank û topin. xwedê bela xwe bide Erdogan. Em heya sibê ranazên, em didin ber qîran û tîlîliyan. Emê li berxwe bidin heya ku sewta me hebe heya xwin di canê me de bigere.”

Ji hemu alîyan ve mirov diherikin Cizirê, ajokarên ku li Îraqê dixebitin û malbatê wan li Cizîrê ne xwe li Sinoran didin dikevin nava avan û xwe li çiyayan diqelibînin. Cizîrê bi hêviyek mezin li benda wanin û li berxwe dide.

(ma/zt)