Dayikê Aşiyê ji bo Cizîrê bang li jinan kirin
14:04
JINHA
WAN- Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wan bi boneya 8 roj e Cizîr dibin dorpeçê daye daxuyaniyek da. Dayîkan komkijiya Cizîrê şermezar kirin û bang li jinan kirin ku li hemberî pevçunê li Cizîrê bibin yek.
Meclîsa Dayîkê Aştiyê yê Wanê li ber avahiya DBP daxuyaniya çapemeniyê. Dayîkan anîn zamin ku we komkujiya Cizîr û dorpeça polîsan şermezar dikin. Li ser navê dayikan Zekiye Kaya axift û wiha got; "Erdogan leşker, polîs û ciwana dike qurbana qesrê. Lê belê em heta dilopa xwiyna xwe ya dawîjî şer bikin û zarokên xwe nekin berdelê wî qesra wî.
'Bi bêdengiyê wê dor were me jî'
Zekiye anî ziman ku pevçûnên li Cizîrê barbarî û bê axlaqiye, Erdogan ji xwîna Kurdan têr nabe û wiha domand: "Me dikûjin. Em dayîk bêjin êdî bes. Em ji vî şerîre nebijin bes emê jî laşê zarokên xwe wekî ku li Cizîrê têxin sarincê. Bi bedengiyê wê dor were ser me jî.' Ji ber vê roj roja yekbûn û tekoşînêye. Xwedê yên komkûjiya li Cizîrê û alîkariya vî şerî kirine wijdanê wan qebul neke."
'Erdogan wê were daxistin'
Aliye Balik jî berxwedana gelê Cizîrê li hemberî êrîş û dorpêçê pîroz kir û wiha berdewam kir: "Em weke dayîk li ber we şer, înfaz û komkûjiya nikarin hilbigrin. Qesrek bi mirin û komkûjiyê nayê avakirin. Li pişt Erdogan diz, kûjer û ehleqsiza peştir tu kes tine. Erdogan wiha berdewam bike wê bi rê ye ka giran were daxistin. Bila hemû kes bizanibe Cizîr ne bi tenêye. Jin, ciwan û gelê Kurt li pişt gelê Cizîrê ye û ji bo canê xwe feda bikin amadene."
(ba/zt)