Selîs meclisên xwe avadike

15:49

JINHA

ÊLIH - Meclîsa Şêwirmendiya Jinan Selîsa Êlihê starda ji bo jinên rexistinî ava bikin xebata dirêj û berfireh da.

Koordînatura Meclîsa Şêwirmendiya Jinan Selîsê Nefîse Akil Haşîmî got, "Li Elihê yek jinê nahêlin ku xwe negihîninê. Di bin vê xebat ê derunas, parêzer, tendirustvan û civaknas alîkari girtin û dest bi xebatê kirin." Nefîse got ku armanca wan ji bo jinên rexistinî ava bikin û ji bo xwe û jinan bide nasîn bên cem hev.

'Selîs dildariyê avadike'

Nefîse anî ziman wê dildarê Selîsê ava bikin û wiha domand: "Ji bo agahiyên Şîdet, îstîsmar û hwd lezgîn bigîhîjin me, em li taxa dildarê Selîsê ava dikin. Em dikarin ji wan re bêjin Meclîsê biçûk ê Selîsê."

Selîs Civînên xwe yên taxan dike û civîna ewil li taxa Yavuz Selim hat kirin. Bi jinên taxerê hatin cem hev û li ser şiddet, hewîtî, kontrolkirina hêrsê, têkiliya becerî, pêşketina zarokan û zewaca temenê biçuk nîqaş kirin.

(ba/zt)