Niha ji du aliyan de êrîşî Cizrê dikin
15:52
Îlon
11
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Ji du aliyan de êrîşên bi tang û topan ser taxên Nur û Cudiyên Cizîrê carekdin ji nû ve despêkirin. Ji du taxan dengê teqînên mezin û çekan bilind dibe.
Berxwedana gelê navçeya Cizîra Şirnexê hefteyeke berdewam dike. Êrîşên ku hefteyeke berdewam dike, bi dehan welatî hatî qetilkirin carekdinê ji nîvro şonde êrîşan despêkir. Bi tayîbetî li taxên Nur û Cudî ji du aliyan de êrîşan berdewam kirin. Ji her du taxan dengê teqînên mezin û çekan bilind dibe.
(zt)