Rapora İHD'ê ya Sur'ê: Welatiyên sivîl hatin hedef girtin

16:49

JINHA

AMED - Ji bo ku bûyerên li Surê hatine jiyan kirin mafê mirovan ê hatî binpêkirin di cihê wê de bê lêkolînkirin ÎHD, THÎV û Oda Tabibên Amedê lêkolîn kirin û raporek amade kirin. Rapora ku têde xebatên lêkolîn û hurkolînê hatî kirin bi raya girştî re par kirin. Li gorî tepîtên di raporê de hatîn kirin tîmên tayîbet di operasonê de welatiyên sivîl hedef girtine û ew gulebaran kirine. Ji bo ku di derbarê sivîlên hatîn qetilkirin û birîndarbûne raya girşti ya navnetewî bikeve nava tevgerê bang kirin.

Di 6'ê Îlonê de polîs, leşker û tîmên tayîbet êrîşî ser navçeya Sura Amedê ya girêdayî navendê kirin. Ji bo ku di êrîşê de mafê mirovan ên hatîn binpêkirin di cihê wê de bê lêkolîn kirin heyeta ku ji Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nunerên Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (THÎV) û Oda Tabîbên Amedê pêkdihat lêkolîn kirin û di necama xebatên xwe de raporek amade kirin. Di civîna li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê hat kirin de rapora hatî amadekirin bi raya girştî re hat parkirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici, Cîgirê Serokê Giştiyê ÎHD'ê, Endama MYK ya ÎHD'ê Gamze Yalçin, Nûnerê THÎV yê Amedê Bariş Yavuz, Serokê Odeya Tabiban a Amedê Cengiz Gunay beşdar bûn.

Banga ji bo rêxistinên navnetewî ji bo Cizîrê têkevin tevgerê hat kirin

Beriya rapor bê xwendin Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici nirxandinek kir. Raci bal kişand ser êrişên li aliyê Tirkiyê ser avahiyên navend û navçeyên HDP'ê tên kirin û dorpêça 8 rojin ser Cizîrê berdewam dike û got: "Em van êrişan bi tundi şermizar dikin. Ji bo ku em herin cizirê me çend caran serlêdan kir. Serokomar Erdogan di daxuyaniyên xwe de nîşan dide ku heya niha çi sivil nehatine qetil kirin. Ev nakokiyek pir mezine bila dev ji van gotinan ber de bila desturê bide me ku em herin cizirê ka çend mirov hatine qetilkirin û çend birîndar hene. Em ji wi ra bikin rapor û pêşkêş bikin." Raci bang li hemu hêzên navnetewi û yekitiya Evrupa kir ku li hember konsepta şerê AKP'ê li Kurdistanê dayî despêkirin bêdeng nemînin.
Endama MYK ya ÎHD'ê Gamze Yalçin rapor xwend. Rapora ku hatî amadekirrn wihaye; "Di 6'ê Îlonê saet di 06.00'an de Waliyê Amedê biriya qedexeya derketina kolanan da. Dema ku îlana qedexeya derketina kolanan hat dayîn polîs, leşker û tîmên tayîbet bi wesayîtên zirxî êrîşî nava kolanan kirin û gel gulebaran kirin."

Piştî xwendina raporê civîn dawî bû.

(zyd/zt)