Gulseren Yildirim: Dewletê wijanê xwe winda kiriye

16:51

JINHA

ŞIRNEX- Parlementerê HDP’ê sê cenazeyên ku ev du roje di buzxaneya mirişkan de tên ragirtin ziyaret kirin. Weletiyê derket pêşiya parlementeran û bi aweyekî hestiyar wiha got: "Madem kes ji we fam nake wê çaxê vê êşê bi zimanek din bêjin.”

Parlementerên HDP’ê Gulseren Yildirim û Sibel Yigiltalp ev du roje sê cenazeyên ku di depoya qeşayê de ziyaret kirin. Gulseren Yıldırım bersivda gotinê Serokomar ku dibêjîn; "Me sivîl ne kuştiye" û ev tişt got: "Ev cenaze ne melzemê reklamê ne li ser van cenazan siyaset nayê kirin. Ev dîmen ji bo ku derewên AKP’ê bên derxistinin.” Gûlseren got ku dilê insanan tehemûl nake ku van bûyeran derxe pêşperî civakê û ev tişt got:"Ev dewlet ewqas wijdanê xwe winda kiriye ku em mecbûrin van dimena derxin holê." Gûlseren herî dawî got ku ev der ne Gaza ne jî Kobanê ye ev der Cizîrê ye.

Dema ku parlementer derketin devê derî welatiyan ji wan re got ku madem kes ji we fam nake wê çaxê bi zimanek din vê êşê bêjîn. Weletiyê ku dema axivî hestîyar bû da zanîn ku birayê wî tevî 20 malbatan di cihekî de asê mane û erzaqê wan qediyane û bi mirinê re ru bi ru mane.

(ma/zt)