Parezerên çuna wan a Cizîrê hat asteng kirin dest bi çalakiya runiştinê kirin

17:46

JINHA

MÊRDÎN - Parêzerên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê ber bi Cizîrê bi rê ketin li ser riya Midyad ê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatin rawestandin. Parêzeran li hemberî astengkirina polîsan bi çepikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

300 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ji Amedê ber bi Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya ku bi rojane di bin dorpêça polîsan de ye bi rê ketin. Parêzerên gihiştin Midyadê di derketina Midyadê de ji aliyê polîs û leşkeran ve bi hinceta "Bi hinceta ketina Cizîrê qedexeye" hatin astengkirin, demek bi rayedaran re hevdîtin kirin. Piştî destûr nedan çuna wan parêzeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ev yek bi çepikan şermezar kir.

Parezera Şaxa OHD'a Îzmîrê Fatma Demîrer anî ziman ku ev biryar dervêyî hiqûqeye, heta destur bidin ew tekevin Cizîrê ewê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin.

(ba/zt)