Dorpêça Cizîrê heta rabe emê çalakiya rûniştinê berdewam bikin

18:55

JINHA

AMED - Li çar navçeyên Amedê welatiyan duh çalakiya rûniştina bê dem dest pê kir. Welatiyan dorpêça li ser Cizîrê heya ku rabe û heya Cizîr azad bibe çalakiyên xwe ber devam bikin. Endamên meclîsên taxan danzanîn ku navçeyan ku çalakiyê dest pê kirin, polîtîkayê şer ê li ser gelê Kurd şermezar dikin.

Navçeya Peyasa Amedê parqa Rojava, Navçeya Rezan li parqa Şex Şamîl, Navçaya Yenişehîrê parqa Koşuyoliyê û Navçeya Sûrê li Deryê Mêrdînê li çar navçeyan welatiyan ji ber dorpêça polîsan û leşkeran a li ser Cizîrê û komkûjiyê protesto dikin. Ji duh da li çar ciyan çalaki hêjî berdewam dike.Wesayîtên ber çalakiyê derbas dibin bi qornaya alîkarî didin, welatiyan heta dorpêça li ser Cizîrê rabe çalakiyên wan berdevam bikin. Welatî dorpêçê şermezar dikin wiha axivîn; "Li tu derê Cîhanê dê di bawerî û şerdan de cenazê tu kesî li erdê namîne. Li Cizîrê cenazê zarokên ji aliyê dewletê ve hatîn qetilkirin hîna li erdêne, nahêlin defin bikin. Cizîr niha di bin dorpêçê da ye gel li hemberî komkûjiyê li ber xwe didin. Emê jî wê dorpeçê bişkînin û dorpeçê li ser gele Cizîrê rakin."

Welatiyan dan zanîn ku Hemû gele wê rabe ser piya û heya Cizîr azad bibe çalakiyên wan berdewam bikin.

(ba/zt)