Li Cizîrê Mehmet Erdogan ê 75 salî ji bo ku nan bigire derket hat qetilkirin

08:20

JINHA

ŞIRNEX - Piştî Walîtiya Şirnexê daxuyand ku dê qedexeya kolanan dê rabike şevê din li Cizîrê welatiyê bi navê Mehmet Erdogan ê 75 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Li hemberî Cizîrê ji 4'ê îlonê heya niha biryara qedexeya kolanan hebû û ligel vê yekê êrîşên dewletê li ser Cizîrê pêk hatin û gelê Cizîrê li hemberî hovîtiya dewletê ber xwe da û li ser vê yekê Waliyê Şirnexê duh di seatên êvarê de got dê sibê seat di 07.00'an de qedexeya kolanan rabike. Polîsan destûr neda heyet şevê bikevin Cizîrê û polîsan li taxa Cudî welatiyekî din qetil kirin. Welatiyê bi navê Mehmet Erdogan ê 75 salî yê ji bo nan peyda bike derket kolanê ji aliyê polîsên sekvan ve hat qetilkirin.

Li aliyê dinê li gel hemû astengiyan jî heyeta ku ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl, KCD, HDK û KJA yê pêkdihat serê sibê saet di 07.00'an de piştî rakirina qedexeya derketina kolanan ketin Cizîrê. Heyet çu kolana ku Mehmet Erdogan lê hatî qetilkirin. Li bendêmayîn berdewam dike.

(zt)