Asayîşa jin xwe di warê siyasetê de bi hêzdike
09:08
Sosin Xanê-Rûken Dêrik/ JINHA
RIMÊLAN - Li bajarê Rimêlan dewreya perwerdeya siyasî ji bo endamên Asayîşa Jin û polîsan ya bi navê Can Feda hat despêkirin. Dewreya ku 30 jin beşdar bûne dê 25 rojan berdewam bike.
Di çerçoveya hêzkirina xebatên leşkerî de li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîra Rojava dewreyek a bi navê Can Feda hat despêkirin. Perwerdeya ku armanc dike endamên Asayîşa Jin û polîsên jin bi hêz bike dê 25 rojan berdewam bike. Dewreya Can Feda a ku 30 jin beşdar bûne rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinan ve tê. Derbarê perwerdê de Koordînasyona Dewreya Can Feda Zozan Canda agahî da û diyar kir ku armanca vê perwerdê bi hêzkirina jin di warê siyaset û civakê de ye û got: "Guhertina nêrîn bandorê li civakê jî dike. Ji ber vê yekê di her qadê de jin perwerde kirin erkê me yê înşakirina jiyana nûye."
'Divê jin têkoşîna xwe ya jiyanê bi hêzbike'
Zozan her wiha da zanîn ku ew girîngiyê didin perwerdê û wiha domkir: "Ji bo ku jin xwe ji nav desthilatdariya pergalê û kevneşopiya civakê rizgar bike divê berê xwe bidin qadên perwerdê. Cihê jin ne di nava çar dîwaran deye di nava hemû qadê jiyanê de ye. Divê jin têkoşîna xwe ya jiyanê bi hêzbike. Asta zanistiyê bi perwerdê re bilind dibe. Ji ber vê yekê pêwîste jin berê xwe bidin qadên perwerdê, da ku bikaribin xwe ji kevneşopiyên pergalê rizgar bikin û rêxistinbûna xwe avabikin."
'Jin li hember pergalê her dem di nava berxwedanê de ye'
Endama Asayîşa Jin a Çilaxa Fetma Ferho behsa girîngiya perwerdeyên siyasî kir û wiha got: "Ferqê perwerdeya leşkerî û siyasî bi guhertinê kesayet ve diyar dibe. Girînge ku jin di her qadê jiyanê de perwerde bibîne û xwe di warê zîhniyetê de pêşbixe. Divê hemû xebatkarên jin perwerde bibînin û nêrîna xwe ya siyasî pêşbixe." Fatma da zanîn ku ew perwerde li ser dîroka jin dîtine û wiha pêde çû: "Jin ji dîrokê heya roja îro li hember pergalê di nava berxwedaniyê de ye.Di civaka xwezayî de jin xwedî rolek serekeye. Lê pergala baviksalarî her hewldaye civaka ku li dora jinê şînbûye hilweşîne. Piştî ku mirov perwerde dibîne ferqa dîrok û roja îro dibîne. Bi dîtina perwerdê lêgerîna me ya naskirina hêza jinê zêdetir dibe." Fatma wiha domkir: "Bi giranî em li ser felsefeya Rêber Apo perwerde dibînin. Ji dîrokê heya roja îro tu serok şoreşa jinê avanekir. Lê belê Rêber Apo bi hêza jin şoreşê avakir û hêza wekheviyê di nava mêr û jin de pêşxist."
'Perwerde ji bo şikandina fereseta kevneşopiyê xwedî rolek girînge'
Endama Asayîşa Jin ya Girkê Legê Serxwebûn Al Abû a ku bi aslê xwe Erebe, derbarê dîtina perwerdê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Piştî ku min dîroka Kurdistan û dîroka jinê dît gelek tişt hînbûm. Ev yek jî min gelek kêfxweş kir. Ji ber kedê hemû hevalan ez spasiya xwe dikim." Endama Polîsên Trafîqê ya bajarê Hesekê Şêrîvan Abdullah jî wiha got: "Perwerde ji bo şikandina fereseta kevneşopiyê xwedî rolek girînge. Em hemû bi zîhniyeta mêr hatine mezin kirin, dema ku em perwerde dibînin em dikevin ferqa rastiya xwe. Bi saya felsefeya Rêber Apo di gelek mijaran de hişyarbûna me pêşket. Bi taybet di warê naskirina rastiya xwe de rolek girîng dide ser milê jinê."
(rc)