Julide Kural: Divê heyeta ku dê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike lezgîn bê avakirin

09:23

JINHA

STENBOL - Hunermend Julide banga rakirina dorpêça 9 rojin ser Cizîrê berdewam dike kir û diyar kir ku divê demil dest heyetek bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got: "Divê demek ji ya dinê zutir pêvajoya muzakereyan bêdespêkirin. Divê ji nû ve pêvajoya çareseriyê bê despêkirin û ji bo wê amadekarî bên kirin."

Li gelek deverên Kurdistanê qirkirinên sivîlan, jin û zarokan berdewam dikin. Herî dawî di roja 9'an de dorpêç û êrîşên ser Cizîrê berdewam dike. Hunermend Julide Kural pêvajoya aştiyê ya ku beriya şer derspêbike li tevahiya Tirkiyê serwerbû bibîrxist û wiha domand: "Gelek mirovên nêrînên wan cuda jî di vî welatî de bi vî şer û qirkirinan di êşin. Me li Tirkiyê daxwazên herî mezin ên şatiyê dîtin. Aştiyê qastek qazanc kiriye. Dibe ku her kes li gorî xwe bi wate bikin. Lê wateyek wê ya hevpar heye ew jî sekinandina xwînê ye."

'Emê di mijara aştiyê de bi îsrarbin'

Julide destnîşan kir ku li gel banga her kesiman a aştiyê jî lê encam çî dibe bila bibe AKP dixwaze otoriteya xwe avabike û wiha berdewam kir: "Pêvajo ser kesekê berdewam dike. Em çawan bi van tiştên tên jiyîn re têkevin nava hesaban. Dê kî hesabê van bide. Êş bi xwe û daxwazên aştiyê bi hemû jinan re şînbere. Em di rojên zor re derbas dibin û divê em di mijara aştiyê de bi israrbin. Em gelin, em bixwazin û di aştiyê de israr bikin emê biserkevin."

'Divê ji bo despêkirina muzakereyan têkevin nava tevgerê'

Julide bilêv kir ku ew ji kesîmên cuda yên civakê hatine bahev nîqaş kirine û talebên xwe yên aştiyê yên şînber diyar kirine û wiha dom kir: "Di aliyê em dikarin çî bikin de nirxandinê bên kirin. Em bi kesimên cuda re hatin bahev. Ji ber metirsiyên me yên şerê navxweyî û şahidîkirina ji dildariya gelê kurd re emê banga agirbestê li rêxistinê û dewletê bikin. Banga me ya ji bo cara diyem dewlet operasonan bidin rawestandin heye. Di dawiyê de divê demek ji yadinê zurtir pêvajoya muzakereyan ji nû ve bê despêkirin. Ji bo heyetek biçe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêkbîne, divê hema heyet bê amadekirin. Ji bo ku muzakere berdewam bikin divê hema têkevin nava tevgerê."

'Divê çalakiyên civaka sivîl pêşkevin'

Ji Filmmorê Melek Ozmen jî anî ziman ku li Tirkiyê pêdiviya her kesê bi aştiyê heye û wiha got: "Her kes divê ji bo aştiyê tiştekê bikin. Divê weke Geziyê çalakiyên sivîl pêşkevin. Emê van tiştên hatine jiyankirin çawan ji bîr bikin nizanim. Dema ku agir girt cihekê her tiştî dişewitîne. Divê em jin bêjin em weke jin van tiştan naxwazin û na şopînin. Divê em şer bidin sekinandin."

(zt)