Dê 300 hiquqvan kirinên li Cizrê hatin kirin bikin belge
10:26
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Du bi şev heyeta ji 300 parêzeran pêktê ber bi Cizîra ku 8 rojan dibin dorpêçê debû ve ketin rê û li gel hemû astengiyan jî xwe gihandin Cizîrê. Hevseroka MHD'ê Gulşen Ozbek diyar kir ku dewletê li Cizîrê mafê jiyan, hewandin, xwarin û vexwarinê ji destê welatiyan girtiye, Hevpeyîmana Mafê Mirovan a NY û Hevpeyîmana Mafê Mirovan a AB yê binpê kiriye. Gulşen dazanîn ku ewê di şertên netewî û navnetewî de serlêdanan bikin di derbarê mijarê de.
Bi berxwedana gelê Cizîrê çembera 8 rojan berdewam kirî êrîşên qirkirinê yên ser gel dihatin kirin bidawî bû. Ji bo ku zarok, jin, kal û pîrên di qirkirinê de jiyana xwe jidest dane, welatiyên birîndar bûne, malên şewitîne û wêran bûne sucên şer ên li Cizîrê hatine kirin di cihê wê de bê lêkolînkirin hiquqvan ketin nava tevgerê. 300 parêzerên ku duh birêketin li gel hemû astengiyan jî xwe gihandin Cizîrê. Hevseroka Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) ê Gulşen Ozbek rêwîtiya wan a ber bi Cizîrê ve û dê li wê di aliyê hiquqî de çî bikin wiha anî ziman: "3 roj berê heyeta me biriyara hatina Cizîrê dabûn, dema ku em di rê de hatin, em rastî sê barîqatan hatin. Di dawiyê de em gihan Cizîrê. Ji xwe girtina derdora navçeyê û rêyên çun hatinê bi barîkatan girtinê rewşa awarete ya di hindirê navçeyê de dide nîşandan. Heta pêşiya qamiyonên zexîreyan jî digirtin û nedihêlan biçin û bên. Xebatkarên tendiristiyê yên ku dê ji Şirnexê bihatana navçeyê destur nedidan têkevin hindirê navçeyê. Derdora Cizîrê bi têlan pêçabûn. Li ser girên bilind sekvan bicîh kiribûn."
'Mafê jiyanê yê gelê Cizîrê ji destê wan girtine'
Gulşen destnîşan kir ku li Cizîrê bi dehan mirov qetilkirine, di serî de li gorî Hevpeyîmana Mafê Mirovan a NY û Hevpeyîmana Mafê Mirovan a AB li gorî hemû hevpeyîmanên netewî û navnetewî dewletê mafê mirovan ê jiyanê binpêkiriye û wiha domand: "Evqas serdeçun û qirkirinên dewlet li Cizîrê dike ji bo ku dewleta xwe ya netew ser wan bide ferzkirine. Li gorî Hevpeyîmanên Navnetewî ev kirin nayên pejirandin. Li gorî Hevpeyîmana Mafê Mirovan a Ewrupayê jî divê mafê jiyanê yê mirovan neyê asetng kirin."
'Em bang li hemû hiquqnasan dikin bên Cizîrê'
Gulşen bilêv kir ku dewletê derketina kolanan a welatiyan qedexekiriye, bi rojan di malan de bê av û xwarin hêlaye, ev bi serê xwe suce û wiha berdewam kir: "Emê di derbarê bêmafiyên li Cizîrê hatî kirin de mafê xwe yê hiquqî berdewam bikin. Me weke hiquqnas barîkat rakir û em ketin navçeyê. Ji bo ku li gorî maf û hiquqê tiştên li Cizîrê hatine jiyan kirin bên lêkolînkirin em hemû hiquqnasan dawetî Cizîrê dikin."
Gulşen derbirî ku ewê 300 parêzer kirinên li Cizîrê bikin belge li nava netewî û navnetewî serlêdanan bikin.
(zt)