Hediye Yûsif: Gelê Kurd di daxwaziya jiyana azad de bi îsrar e
10:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka kantona Cizîrê Hediye Yûsif diyar kir ku mafê hemû gelê Kurdistanê ye ku bi azadî jiyan bike û li dijî hêzên desthildar rabe ser piyan. Hediye, destnîşan kir ku pêwîste berxwedana Cizîra Botan bibe sembola Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Bakûrê Kurdistanê.
Hevseroka Katnona Cizîrê Hediya Yûsif derbarê berxwedana Cizîra Botan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakûrê Kurdistanê de nirxandin kir Hediye wiha got: "Em berxwedana gelê Cizîra Botan silav dikin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin." Hediye di dirêjiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk û qetilkirina zarokan bi tundî şermezar kir û wiha domand: "Mafê hemû gelane ku bi azadî jiyan bikin, mafê gelê me yê Bakurê Kurdistanê ye jî ku Rêveberiya Xweseriya demokratîk bixwaze û pêk bîne. Bi salan e gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Tirkiye yê gelek zordarî dîtiye, her dem jî dixwazin bi aştiyane doza xwe çareser bikin."
'Gelê Kurd dê gav paşve navêje'
Hediye, pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin bi bîrxist û wiha pêde çû: "Tevî hewldanên gel ên aştiyê, lê dewleta Tirkiyê mafê gelan qebûl nake û êrîşî îradeya gelê herêmê dike. Tirkiye dixwaze sîstema faşist ku bi salane li ser gelê Kurd dimeşîne bidomîne. Gelê Kurd vê zilmê dê nepejrîne û gav paşve navêje."
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif got ku mafê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê heye ku parasitna xwe û rêveberiya xwe îlan bike û wiha pê de çû: "Mafê gelê Bakurê Kurdistanê ye ku mafê xwe bi dest bixe û parastina xwe bike û ji bo avakirina Neteweya Demokratîk têkoşîna xwe bidomîne. Neteweya Demorkatîk ne tenê mafê gelê Kurd lê belê dê mafê hemû gelên herêmê yê jiyana azad pêk bîne."
'Divê gel li hember êrîşan rabe ser piyan'
Hediye destnîşan kir ku Tirkiyê bi van êrîşên hovene û kiryarên xwe hewldide daxwaza gelên herêmê biçewsîne û rê nede ku gelê Kurd şoreşa xwe yê azadiyê pêk bîne û wiha got: "Divê hemû gelê Kurdistanê ji her deverê piştgirî bide gelê Cizîra Botanê. Mafê gelan heye ku sîstema xwe yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bike û azad jiyan bike. Divê em destûrê nedin komkujiya pêk werin û ji bo vê yekê çalakiyên demokratîk divê em pêşbixin. Divê gel li hember êrîşan rabe ser piyan."
Hediye di dawiyê de dewletên navnetewî rexne kir û wiha pêde çû: "Divê dewletên navnetewî helwesta xwe ya di derbarê Bakûrê Kurdistanê de zelal bike. Dewletên navnetewî bi bêdengiya xwe erkên demokrasiyê nayînin cih. Divê peywirê xwe bi cih bînin. Ji êrîşa dewleta Tirk diyar dibe ku plan û komployek nû li ser herêmên Kurdan dane despêkirin."
(rc)