Leyla İmret: Ji peyîwirê girktina min teqez nayê pejirandin

10:44

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku ji sedî 82 bi dengê gel hatî hilbijartin sedemên ji peyîwirê girtina xwe de diyar kir ku ji ber nûçeyek a rojnama Sozcu ya li gorî xwe çêkirî ew ji peyîwirê hatiye girtin û wiha got: "Ew nûçeyek ji rastiyê dure. Ji bo wê ji peyîwirê girtina min teqez nayê pejirandin."

Hevşaredara Cizîra bi rojan dibin dorpêça leşker, tîmên tayîbet û polîsan de bê av, xwarin mayîn, elektirîk, înternet û şebekên telefonan hatî birîn, şer lê ber dewam dikir û ji ber gulebaranê agir bi malan diket Leyla Îmret a ji sedê 82 deng girtî ji peyîwirê hat girtin. Rojek berê Dozgeriya Komarê di derbarê wê de bi hincetên weke "propagandaya rêxistina terorê" û "tehrîka îsyanê" doz vekiribû. Duh bi şev bi fermana Wezîrê Karê Hindir ji peyîwirê hat girkin.

Leyla da zanîn ku ji ber nûçeya rojnama Sozcu ya ji Vice News'ê girtîn û li gorî xwe ji rastiyê dur xistin ji peyîwirê hatiye girtin. Leyla destnîşan kir ku roportaja wê daye Vice Newsê rojnama Sozcu girtiye li gorî xwe ji rastiyê dur xistiye, gotina 'Dê şerê navxweyî li Cizîrê despêbike' bi xwe lêzêde kirine, li gel îmzaya nûçegihanê li binê nûçeyê heyî derewandiye jî lê cardin ji ber wê nûçeyê ji peyîwirê hatiye girtin û wiha domand: "Ew ji rastiyê dure. Bi giştî nûçe li gorî xwe nivîsîne. Ji ber wê girtina min a ji peyîwirê teqez nayê pejirandin."

(zt)