Bîlançoya qezaya vînê ya li Mekkeyê mezin dibe v
11:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mekkeyê, hejmara mirovên ji ber qelibîna vîncekî de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Hat ragihandin ku hejmara mirovên di qezaya li Hescîd-î Haram de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 107 kesan.
Li gorî nûçeya Saûdî Gazette ya agahiyên xwe dispêre rayedaran, hejmara mirovên di qezaya ji ber bayê dijwar rû da de, 107 kesan jiyana xwe ji dest dan, 238 kes birîndar bûn. Bûyer ji ber qelibîna vînca karê berfirehkirinê li nava mescîtê dimeşand, rû da. Bi sedan kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan. Hînê nehatiye aşkerakirin ku namzetên hecî yên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji kîjan welatan e. Qezaya giran, di rojeke ku 800 hezar kesên ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya Hecê hatibûn Mekkeyê rû da.
Ji bo berfirehkirina kapasîteya Mescîd-î Haram, gelek vînc hatibûn danîn. Bi vî karî re dihat xwestin ku kapaîsteya mescîdê heta 2,2 mîlyon mirovan bê zêdekirin.
(zt)