Hîna li Cizrê xetên gihandinê biriyîne

11:56

JINHA

ŞIRNEX - Di saetên serê xibê de li Cizîrê qexeya derketina kolanan rabû lê hîna xetên telefon û înternetê qetandîne. Di saetên serê sibê de li Taxa Cudî teqînek mezin derket û di teqînê de zarokek birîndar bû. Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û heyeta pêre serê sibê ji aliyê hezaran welatiyan ve bi duruşmên "Qatîl Erdogan" ve hat pêşewazîkirin.

Li Cizîra bi rojane dorpêç û qirkirin lê ber dewam dike di saetên serê sibê de dorpêç hat rakirin lê hîna operatorên GSM yan naxebitin. Li navçeya ti xetên gihandinê lê tine ne xetên înternetê jî hatine birîn. Hîna tevgera wesayîtên zirxî li nava navçeyê berdewam dikin. Li gel rakirina qedexeya derketina kolanan jî hîna polîs bi operasonên xwe gel tehdîd dikin.

Dengê duruşmên 'Qatîl Erdogan' bilind dibe

Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan heyetên despêkê ketin Cizîrê. Heyeta ku di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, parlementerên HDP'ê, KCD, KJA, nûnerên STO yê û parêzvanên mafê mirovan li gel serokên baroyên herêmê jî di navê de bi awayê konvo ketin navçeyê. Hîna ketin û derketina Cizîrê dibin qontrolê dene. Konvo bi duruşmên "Qatîl Erdogan" hat pêşewazîkirin. Heyet despêkê çu kolana Mehmet Erdoganê ji bo nan bigire derketî ji derve û di nava kolanê de hatî qetilkirin a li Taxa Cudî. Gelê Cizîrê daketin kolanan û bi duruşman qirkirin protesto kirin.

Zarokek birîndar bû

Li aliyê dinê serê sibê li Taxa Cudî teqînek mezin derket û di encamê de zarokek birîndar bû.

Dê xebatkarên tendiristiyê du rojan nobeta xizmeta tendiristiyê bigirin

Şaxa SES'ê ya Rihayê, Meclisa Tendiristiyê a KCD'ê ya Rihayê, Komela Pisporên Xizmetên Civakî, Meclisa Tendiristiyê ya Ciwanên Azad û Hewla Hekîmên Demokrat jî di navê de heyeta ku ji 60 kesan pêktê ji bo ku li Cizîra bi rojan dibin çembera leşker û polîsan de qirkirin lê dihat jiyankirin xezmeta tendiristiyê bikin. Heyeta ku li ber avahiya Şaxa SES'a Rihayê hatin bahev daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Rihayê Rûken Kilinç ve hat dayîn. Ruken da zanîn ku dê bi duruşma "Tendiristî mafe nayê asteng kirin. Şer dikuje em didin jiyankirin" li Cizîra ku bi rojan dibin dorpêçê de êrîş û qirkirin lê hatî jiyan kirin 2 rojan xizmeta tendiristiyê bikin.

(zt)