Li Amedê polisan jinek ciwan qetilkir
12:21
JINHA
AMED - Jina Ciwan Ruken Demir a 18 salî dema ku li navçeya Rezan a Amedê li ber derê mala xwe runiştîbû ji ber gulebarana ji wesayîta zirxî guleyek bi serê wê ket û jiyana xwe jidest da.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Li Taxa Fatihiye a navçeya Rezana Amedê jina ciwan Ruken Demira 18 salî ku li ber derê mala xwe runiştîbû ji ber gulebarana wesayîtên zirxî jiyana xwe jidest da. Cenazê Rukena li cihê buyerê jiyana xwe jidest da rakirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargilê. Li gorî şahidê bûyerê dema ku Ruken li ber mala xwe runiştîbûye ji aliyê wesayîta zirxî ve nîşanhatiye girtin û wiha hatiye qetilkirin.
Malbat li ber morgê li benda girtina cenazene, piştî otopsiyê dê cenazê wê bigirin bibin definbikin.
(zt)