Li Farqînê li herêma operasyonan welatiyan dest bi çalakiya nobetê kirin
12:27
Îlon
12
/ 2015
JINHA
AMED - Li herêma Demîrkuyu-Kazandagi ya Farqînê ku operasyon didome gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin.
Li herêma Dêrîkamiqûrê ya Farqînê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve wekî herêma qedexe hate îlankirin û operasyon didome gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Li herêmê ji ber bombebaranê şewat derket û hatin û çûyînên gundan hate qedexekirin. Li aliyê din heyete ku di nav de rêveberên DBP û HDP'ê hene jî ber bi herêmê ve derketin rê.
(zt)