Jinên Wanê ji bo Cizrê kermes vekirin
13:51
JINHA
WAN - Jinên wanê ji bo Cizîra ketî bin dorpêçê û tevahiya bajêr bi êrîşan hatî xirakirin ketin nava tevgerê û kermes vekirin. Dê dahata ji kermesê bê didest xistin ji bo Cizîrê bê şandin.
Ji bo şêwirmendiya Cizîra 8 rojan dibin dorpêçê de tevahiya bajêr hatî xirakirin jinên Wanê kermes vekirin. Ji bo dahata bê bidestxistin bişînin Cizîrê ji aliyê Kooperatîfa Çand û Derdorê ya Alîkariya Sixkê (BÎKAD-KOOP) ve li Kolana Hunerê kermes hat vekirin. Jinan xwarinên ku li malê amadekirin ên weke kade û pasta birin kermesê. Dê sê rojan kermes vekirî bimîne, dahata ku bê bidestxistin jî dê ji bo Cizîrê bişînin.
Di derbarê kermesê de xebatkara BİKAD-KOOP'ê Ayşe Minaz wiha axivî: "Ji bo ku em nîşan bidin gelê Cizrê ne bitenê ye, ji bo kêmek ji be alîkariya zexîre em bikin çî ji destê me hat me kir û me kermes vekiriye. Dê sê rojan kermes vekirî bimîne. Dê roja duşemê esnaf bênbahev û alîkariya hatî komkirin bigihînin gelê Cizîrê."
(zt)