Dayîkên Şemiyê: Bila yên dibêjin '12'ê Îlonê qediyaye' li Cizrê binêrin

15:05

JINHA

STENBOL - Dayîkên Şemiyê di lêgera xwe ya dadê ya hefteya 546'an de canên xwe yên di darbeya 12'ê Îlonê de windakirîn bibîranîn. Xizmên windayan gotin: "Îro ewqas Kenan Evren hene, ewqas Mehmet Agar hene, ewqas qatîl hene her roja diçe zêdetir tên dîtin."

Dayîkên Şemiyê bi duruşma "faîl diyarin qayîp li kune" di hefteya 546'an de li Meydana Galatasarayê çalakiya xwe lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan û sembola lêgera dadê qurnefîlên sor girtin destê xwe. Dayîkên Şemiyê vê heftê xizmên xwe yên piştî Darbeya 12'ê Îlonê dibin çavan de hatin windakirin pirsîn. Di serî de birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir axivî. Mikail diyar kir ku ji aliyê generalên darbeyê ve demokrasî hat rakirin û pêvajoya Cemil dibin çavan de nirxand.

Mikail da zanîn ku Cemil di 8'ê Cotmeha sala 1980'an di encama îskencê de hat qetilkirin û wiha domand: "Piştî qitilkirina wî 35 sal derbasbûn. Ji wê demê heya niha min hemû temenê xwe daye jiyankirina Cemil, demokratî û wekheviyê. Tenê emperyalîzim dikarin ji hev re derbazbûyî be bêjin. Êş û ziman cudane lê rondikên çavan hemanin. êdî bese vê xwînê bisekinînin."

'bila hikumet dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berde'

Parêzvanê Mafê Mirovan Umit Tekay Dişli bilêv kir ku hîna hişmendiya 12'ê Îlonê berdewam dike û wiha berdewam kir: "Di dîroka me de dema herî tarî 12'ê Îlonê 35 sal ser re derbas bû. Her çendî deshilatî hatibe guhertin jî hîna hişmendiya 12'ê Îlonê bi hiquq û sazîbûna xwe berdewam dike. Rejîma 12'ê Îlonê hîna berdewame, daxwazên gel bi terora dewletê tên sepandin. Bila aktorên 12'ê Îlonê û xizmên windayan di hiquqa navnetewî de doza wan bê dîtin. Bila êdî hikumet dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berde.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

(zt)