Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê konferansa xwe li dar xist
15:06
JINHA
KOBANÊ - Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li herêma Kobanê konferansa xwe ya yekemîn lidar xist.
Konferans di navbera 4-8'ê Îlonê de bi beşdariya 105 delegeyan hate lidarxistin. Di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin de, li salonê pankartên "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye", "Şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navîn e" û wêneyên pakrewanên jin yên ku di berxwedaniya de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPJ’ê hatine girtin, di konfernasê de li ser berxwedaniya ku li herêma Kobanê hatiye meşandin û bi taybetî jî rola YPJ’ê ya di berxwedanê de hate gotubêjkirin. Her wiha li ser pirsgirêkên rêxistinî hate rawestîn, rexne û rexnedayînên xurt hatin dayîn.
Hate gotin ku di konferansê de gelek biryarên girîng jî hatin girtin û konferans bi serkeftî bidawî bûye.
Tê payîn kirin ku encamnameya konferansê bi reya giştî re bê parvekirin.
(rc)