Jinên Kobanê: Em ji bo piştgiriya Cizîra Botanê amade ne

16:10

JINHA

KOBANÊ - Rêxistina Yekitiya Star a Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê kurd şermezar kirin û berxwedaniya gel li hemberî van êrîşan silav kir. Yekîtiya Star diyar kir ku ew amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê Cizîra Botan bikin.

Rêxistina Yekitiya Star a Kantona Kobanê derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li hember gelê Cizîra Botanê li ber navenda xwe, bi beşdarbûna hemû endaman daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşer Arîn Mîrkan hatin hildan de, li ser navê jinan Rewşen Haçim axivî.

Rewşen Haçim berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê silav kir û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anîn. Rewşen Haçim êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser gelê Bakûrê Kudistanê lanet û şermezar kir û wiha dom kir: “Beriya salekê di 15`ê Îlonê de êrişên hovane ji sê aliyan ve bi ser herêma Kobanê de hatin. Îro jî ev êrîş li dijî gelê me yê Cizîra Botan pêk tê. Em dizanin ku ev planên dewleta Tirkiyeyê ne. Lê çawa ku Kobanê bi keda şervanên azadiyê û di bin felsefe û fikira Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biser ket û bû rumeta gelên bin dest, wê gelê me li Bakurê Kurdistanê jî biser bikeve. Em ji hikûmeta Erdogan re dibêjin ‘hûn tu carî bi tang û topên xwe nikarin roja me tarî bikin, ne bi kuştinê û ne jî bi zindanan hun nikarin me ji doza me vegerînin, ji ber ku em xwedî dîrokeke kevnarin.”

Rewşen da zanîn ku armanca van êrîşan valakirina bajarên kurdan û tunekirina gelê kurd e û wiha dom kir: “Ji bo vê yekê banga li hemû gelê me ew e ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, li doza xwe xwedî derkevin û berxwedana xwe xurt bikin.”

Rewşen bibîr xist ku gelê Bakûrê Kurdistanê piştgiriyeke gelekî mezin daye berxwedana Kobanê û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku gelê me li Bakurê Kurdistanê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket xeta berxwedanê û berê xwe dan herêma Kobanê, îro em jî li ser wê bangê soz didin ku em ê piştgiriya gelê xwe li Bakurê Kurdistanê bikin. Em pira azadiyê yeketiya gelê Kurdistan û serkeftina gelê me, ji bajarê berxwedanê û keleha rumetê ji qehremaniya ruhê Arîn û Raperînan dişînin ji keleha bexwedanê ji Cizîra Botan re.”

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe bidawî kir.

(rc)