Leşkeran li mertalên zindî gulebaran kirin: 7 birîndar
16:54
JINHA
AMED - Welatiyên li sêgoeşya Lîce, Karaz û Hênê li hemberî operasyonan çalakiya mertalên zindî li dar xistin bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqola li Girê Fîsê pêk tê meş li dar xistin û leşkeran welatî gulebaran kirin û 7 kes birîndar kirin.
Li sêgoşeya Lîcê, Karaz û Hênê yên Amedê nêzî mehek welatî çalakiya mertalên zindî didome û welatiyên di çalakiyê bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqola li Girê Fîsê pêk tê ber bi herêmê ve meş li dar xistin. Girsya ji gundê Hurê hat gundê Zerê rastî êrîşa leşkeran hat. Di encama gulebaran leşkeran de du jê giran 7 welatî birîndar bûn. Hate zanîn ku rewşa welatiyên bi navê Reşat Taşkiran û Veysî Mîran giran e û Hulya Sevîmlî jî bi sivik birîndar bûye. Navên 4 welatiyên din ên birîndar bûn nehat zanîn.
Welatiyên birindar ji aliyê gel ve ji bo bibin nexweşxaneyê ber bi Amedê ve derxistin rê.
(rc)