Sur girtine bin dorpêçê êrîşan despêkir

08:04

JINHA

AMED - Walîtiya Amedê li navçeya Sûrê rêveberiya awarte îlan kir û derketina kolanan qedexe kir. Bi îlankirina qedexeyê ve polîs û tîmên taybet navçe dorpêç kirin û dest bi êrîşan kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê Walîtiya Amedê ve serê sibehê seat di 05.00'an de rêveberiya awerte îlan kir û derketina kolanan qedexe kir. Bi qedexeya walîtiyê ve polîsan navçe bi waseyîtên zirxî ve dorpêç kirin û helw didin ku bikevin taxê. Li navçeya ku helîkopter jî digerin de dengê teqînan tê. Di daxuyaniya walîtiyê de hate gotin ku li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Camî Kebîr, Camî Nebî, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Îskenderpaşa, Melîkahmet, Ziya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nazîf, Savaş, Cemal Yilmaz ên dikevin nava sînorê navçeya Sûrê derketina kolanan ji saet di 05.00'an de heta agahiyeke din hatiye qedexekirin.

Li navçeya Sûrê di 6'ê îlonê de jî rêveberiya awerte hatibû îlankirin. Polîsan li taxan bi çekên giran êrîşî gel kiribûn.

(zt)