'Heya leşker çiyayên me neterikîne dê çalakiyên me berdewam bikin'

09:02

Beritan Canozer / JINHA

AMED - Yek ji cihên çalakiya mertalên zindî li hember operasonên leşkeran berdewam dike gundê Hurê yê navçeya Hênê ye. Girêdayî çalakiya berdewam dike û ji aliyê Tirkiyê ve rastî eleqeyek mezin tê Ozlem Kaya axivî û got: "Heya ku leşker xwezaya me, axa me û çiyayê me terknekin emê çalakiya xwe berdewam bikin."

Piştî operasona leşkeriya li sêgoşeya Lice, Hênî û Karazê despêkirî paşê li gundê Hurê yê Hênê welatiyan li hemberî qereqol û kalekolan dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Ji navend û navçeyên derdorê ewleqeyek mezin ya tevlîbûna çalakiya mertalên zindî berdewam dike. Her wiha ji aliyê Tirkiyê jî beşdariya çalakiyê berdewam dike. Mertalên zindî ji saetên serê sibê heya derengiya şerê ji bo jiyana zarokên xwe û xwezaya xwe nobetê digirin. Jiyana mertalên zindî hemû komune, hemû karên xwe ji paqijiya derdorê heya amadekirina xwarinê hemûyê bi hev re dikin.

'Emê li hember çekan bedenên xwe bikin siper'

Ozlem Kaya a ku ji Sura Amedê beşdarî çalakiya mertalên zindî bûyî wiha berdewam kir: "Ez bi hemû qirêjiya wê ve şer hîs dikim. Ji dur ve lê mêzekirin û li vêderê jiyan kirin pir ji hev cudaye. Li pêşberî me çiyayên me bomba dikin, çand û dîroka me tine dikin, canê me qetildikin. Evqas bi hovane êrîşî me dike em nikarin di mala xwe de bisekinin. Çekên me nîne, em li hemberî çekan bedenên xwe dikin siper. Ji bo ku ji her du aliyan jî mirin çênebin ev du hefteye em li vêderêne. Cihê ku hefteya derbasbûyî em lêbûn gelek dihat bombabaran kirin. Em bûn şahidê şerek gelek giran û bombabaranek mezin."

'Dema ku ziyanê ne de me jî êrîşî çand û xwezaya me dikin'

Ozlem destnîşan kir ku di şerê çêbû de du gerilayan jiyana xwe jidest dan û wiha berdewam kir: "Ez baş hijmara wan nizanim lê gelek leşker jî hatin kuştin. Êrîşî canê me dikin ger ziyanê nedin canê me jî xweza û çanda me wêran dikin. Em xwediyê çand û dîrokek kevnarene, wê kevnarebûna xwezayî tine dikin. Di şerê derbasbûyî de agir bi herêma qedexe hatî îlankirin ket, li gel wê jî em weke mertalên zindî çun me agir vemirand. Dema ku me li herêmê agir divemirand 3 bomba avêtin me. Bi rastî êrîşî me dikirin û dixwestin me diqirkirinê re derbaskin, lê li gel wê jî me agir vemirand. Paşê weke tiştek çênebûyî cardin xweza bombabaran kirin. Nahêlin em mudaxele bikin li ber çavê me xwezaya me wêran dikin."

'Li navendên aliyê Tirkiyê jî tevlîbûna çalakiyê heye'

Ozlem bilêv kir ku ji aliyê Tirkiyê jî beşdariya çalakiya mertalên zindî heye û wiha dom kir: "Tayîbetî jî ji Stenbolê tevlîbûnek mezin heye. Her wiha ji Enqerê jî wiha tevlîbûn heye. Rojnameger tên jiyana me dibînin çavdêrî dikin û dişopînin. Alîkariyek gelek baş heye. Dikare di aliyê gel de hîn zêdetir alîkarî bê dayîn. Lê ji ber li gelek deveran şer heye her kes li herêma xwe despêkirine. Ji ber ku şer li her derê heye me bi xwe jî hêza xwe li herêmê belav kiriye, lê cardin jî ji navend û navçeyên derdorê tevçîbûnek baş heye."

'Heya ew axa me neterikînin emê li vêderê bin'

Ozlem derbirî ku heya serê sibê ew weke komên 5-6 kesan li herêmên cuda nobetê digirin û wiha pêde çu: "Weke mertalên zindî wê rojê em ne li vêderêbana dibe ku gelek encamên xiratir derketibana. Heta bi toban bersiv dan duruşmên me jî. Heta tehmula wan li hember dengê me jî nîne. Ev tabloyek gelek xirabe, lê cardin em ji bo wan li vêderêne. Ya ji destê me tê emê berdewam bikin. Heya ew xweza, ax û çiyayên me neterikînin emê li vêderê bin."

(zt)