Zîwar Ehmed: Ez ji bo tolhildana hevserê xwe û parastina axa xwe li vêderê me

09:04

Dozvan Kobanê/ JINHA

SERÊKANIYÊ - Jina bi navê Zîwar Ehmed piştî ku hevserê wê di nava şoreşa Rojava de şehîd dikeve ew ji bo tolê wî hilde tevlî xebatên ewlekariya tirafîqê dibe.

Zîwar Ehmed ya ku li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê dijî, piştî ku hevserê wê di nava şoreşa Rojava de şehîd dikeve bi armancê tolê hilde tevlî xebatê ewlekariya tirafîqê dibe. Zîwar Ehmed a 22 salî dayîka zarokeke û li beramberî hemû astengiyên xwe ên kesayetî û civakî ew xebatê xwe didomîne. Zîwar piştî ku perwerde ajokeriyê li Dibistana Şehîd Delîl dibîne derbasî xebatê dibe û soza tolhildana şehîdan dide.

'Bi têkoşîna xwe min xelekên kevneşopiya civakê şikand'

Zîwar anî ziman ku dema despêkê tevlî xebatên trafîqê dibe rastî gelek astengiyên civakî tê û wiha got: "Civak rolek diyarê jinan kiriye û napejrîne ku jin dervî vê rolê derê. Ev rol bi zîhniyeta mêr hatiye hûnandin û civak jî xwe li ser vê kevneşopiyê heya roja îro aniye. Ez dayîka zarokekî me, dibêjin divê tu li malê xwe û zarokê xwe binêre. Lê ez vê yekê napejrînim. Berxwedaniya jinan a di şoreşa Rojava de di cîhanê de deng veda û bû mînak. Bi vê zanabûnê tevdigerim. Bi têkoşîna xwe min xelekên kevneşopiya civakî ya li ser xwe şikand û gelek astengî min derbas kir."

'Ez ê zarokê xwe jî bi hestê tolhildanê mezin bikim'

Zîwar diyar kir ku xwasiya wê Îda Ehmed gelek alîkariya wê dike û wiha domkir: "Sibê ji saet 08.00'an de diçim xebatê û heya saet 16.00'an li ser kar dimînim. Di vê navberê de xwasiya min zarokê min dinêre. Ev alîkariya wê min kêfxweş dike. Ji ber ji bo min weke piştgiryek mezine. Min çawan soz da ku tolê hevserê xwe û şehîdên Rojava hildim ez ê zarokê xwe jî bi hestên tolhildaniyê mezin bikim."

(rc)