'Fermana qetilkirina sivîlan AKP’ê da'

09:09

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê Gulseren Yildirim û Sibel Yigitalp 7 rojin li Cizirê ne di derbarê çavdêriyên xwe yên Cizîrê û bûyerên wan jêre şahidî kirine de nirxandin kirin. Gulseren bi lêv kir ku ji ber ferman qetil kirina sivîlan hûkûmeta AKP’ê bi xwe daye loma naxwaze vê qetliamê bibîne.

Li Cizîrê piştî 9 rojan dorpêç hat rakirin. Dewletê 9 rojan bê navber êrîşên bi bimba, uçaksawar, bi sekvanan êrîşî gelê Cizîrê kir. Gelê Cizîrê jî tevî hemû êrîşan bi berxwedanek mezin li berxwe da û nehişt polîs têkevin taxên wan. Di encama vî şerî de 5 jê zarok 25 sivîl hatin qetil kirin. Îro Cizîriyan pêşî cenazê xwe û birîndarê xwe ji kolanê Cizîrê kom kirin di nava van 25 kesên hati qetilkirin de jin zarok û kalê 75 salî jî henê lê Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku tu sivîl nehatine kuştin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim û Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp 7 rojin li Cizirê ne şahidî ji bûyerên qewimîne re kirine û bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu dan û diyar kirin ku ferman qetilkirina sivîlan wan daye ji bo wê naxwazin qebûl bikin ku sivîl hatine kuştin

‘Em bi xwe bûn şahidê qetil kirina sivîlan’

Sibal Yigitalp diyar kir ku piştî berxwedana 3 rojan ew gihaştine Cizîrê û dema gihêştine Cizîrê jî rastî şerma mirovahiyê hatine û wiha dawam kir: “Me li vêderê windabûna mirovahiyê dît; lê me li vê derê tiştek din jî dît ew jî berxwedana gel a bihêz bû.” Sibel desnişan kir ku ew rastî tekoşîna gel a ji bo ku cenazê wan xiranebin di nava hewildanan de hatin û wiha pêde çû: "Em bi xwe bûn şahidê qetlimên Sivîlan. Me dît gel hat gûlebaran kirin. Dema Zeynep û Maşallah hatin qetil kirin em çûn wê derê. Kesên ku çûne alîkariya wan jî tên gûlebaran kirin bi rastî jî ev wehşetek mezin e.”

Sibel herî dawî got ku hemû êriş li ser gelê Cizîrê hatiye meşandin û wê rojek bê hukûmetê hesabê van kirinên xwe bidin.

‘Li Cizîrê konsepta teslîm girtinê hate meşandin’

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî diyar kir ku dema hatine Cizîrê rastî gelek bûyeran hatine û da zanîn ku li Cizîrê konsepta teslim girtinê hatiye meşandin. Gulseren da zaninn ku çapemeniya tirk bûyerê li Cizîrê berovajî kirine û ev tişt got: "Her roj zarokê me ji serê xwe hatin hedef girtin lê Serokwezir bê şerm dibêje heya nûha tu sivîl nehatine kuştin.”

Gulseren bi lêv kir ku ji ber ferman qetil kirina van sivîlan hûkûmeta AKP’ê bi xwe daye loma naxwaze vê qetliamê bibîne û wiha pêde çû:"Gelê kurd dibêje aşîtî lê bersiva vî gelî bi tank û top û obusan tê tayîn wê heya kurê wisa here.” Gulseren derbirî ku Gelê kurd gelek bedelên giran daye gelê kurd tenê niha vêya got: "Tenê canek min heye dema te kolanê min girt were canê min jî bigre.”

(ma/zt)